Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ya li derve Sînem Mihemed li Washingtonê bi siyasetvan û endamên Kongreya Emerîkî re hevdîtin pêk anîn.

Şandeya Rojava ya ku ji Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ya li derve Sînem Mihemed pêk tê, di çarçoveya hevdîtinan de li gel endamê Kongreya Emerîkî Bill Flores û Serokê Komîteya Komarî ya Lêkolînên li dijî terorê û her weha endamê berê yê Kongreyê Peter Hoekstra re, hevdîtin pêk anîn.


Nerînên şandeyê diçin Kongreya Emerîkî

Di hevdîtinan de rewşa Rojava, projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyê, rewşa Şêx Meqsûd û ambargoya li ser Rojava ferzkirî, hatin nîqaşkirin.

Endamên Şandeya Rojava diyar kirin ku dûrxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kurdan ji hevdîtinên Cenevre-3 nakeve xizmeta çareserkirina pirsgirêka Sûriyê. Bill Flores jî di hevdîtinê de got, ew ê van nêrînên şandeyê bixe rojeva Kongreya Emerîkayê.


Tehlûkeya terora DAIŞ’ê cîhanê

Şandeyê piştre bi Peter Hoekstra re hevdîtin pêk anîn. Peter Hoekstra jî di hevdîtinan de bal kişand ser mijara terorê û tehlûkeya wê ya global û got: “Terora DAIŞ’ê li ser tevahiya cîhanê bûye tehlûke.

Di hevdîtinê de her weha behsa serketinên li Rojava, ambargoya li ser herêmê ferzkirî û nimûneya pirrengî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmên Rojava de hate kirin.


Girîngiya Kongreya Neteweyî

Peter Hoekstra di hevdîtinan de pesnê serketin û destketiyên li Rojava da û got, ku ew weke navendeke li dijî terorê têdikoşe, hewl dide ku cîhanê ji tehlûkeya çeteyan xelas bike.

Şandeya Rojava, li gel Parêzgerê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm jî ku li Washingtonê bû, hevdîtîn pêk anî.

Di hevdîtînê de mijarên sereke ser rewşa Rojava û ambargoya li ser ferzkirî bûn. Şandeya Rojava got, divê hêzên siyasî yên Kurd, hêza xwe bikin yek û Kongreya Neteweyî li dar bixin. Kerîm jî diyar kir ku ew amade ye piştgiriya Rojava bike.

Şandeya Rojava di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi hin dezgehên Çapemeniyê re jî rûnişt û rewşa Rojava û Sûriyê ji wan re ragihand. 

Şandeya Rojava ragihand ku ew ê hevdîtînên xwe yên li Washingtonê yên bi rayedarên Emerîkî re bidomînin. 


 ANHA / WASHINGTON