Şandeya Yekitiya Navbera Parlementerên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) partiyên komên wan li Meclîsê hene ziyaret kirin. Şandeyê piştî hevdîtinên CHP û IYÎ Partî, HDP jî ziyaret kir. Hevdîtin li Salona Civînan a Rêveberiya Koma HDP’ê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Alîkarê Hevserokê Berpirsê Têkiliyên Derve yê Koma HDP’ê Hişyar Ozsoy şande pêşwazî kirin.

Em gava paşde bavêjin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Şandeya Yekitiya Navbera Parlamenteran qebûl kir, da zanîn ku girîngiyê didin vê hevdîtinê û got: “Ev hevdîtin ji bo wan pir bi awate ye. Weke tê zanîn gelek parlementerên me di girtîgehan de ne û der barê gelek parlamenterên me de jî doz hatine vekirin. Em di serdemekê de ne ku li ser siyaseta demokratîk pir zor û êriş hene. Di siyaseta li Tirkiyê de em pêrgî gelek astengiyan tê. Lê li hemberî van pirsgirêkan bêyî ku em gav paşde bavêjin, em têkoşîna xwe mezintir dikin.”

61 dosya li berdestê mene

Şandeyê jî, diyar kir ku niha li ber Komîsyona Mafê Mirovan a Yekitiya Parlamenteriyê 61 dosya hene û ji bo agahiyên hin zelaltir der barê van dosyeyan de bigirin, ev serdana xwe pêk anîne. Şandeyê da zanîn ku komîsyona yek bi yek bi van dosyeyan re eleqedar dibe û ji bo agahiyên berfireh bigirin xwestine vê hevdîtinê pêk bînin.

 

ENQERE