Şande wê li Kantona Cizîrê rêze hevdîtinan pêk bîne û derheqê rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava de agahiyan bigire. Şande çavdêrî û lêkolînên xwe yên li Rojava wê bike raporekê û eşkere bike. Di nava şandê de, ji gelek welatan zanyar, akademîsyen, lêkolînvan, nivîskar û rojnamevan cih digirin.
Gelek navdar cih digrin
Di nava şandeyê de kesên wekî: Prof. Dr. David Graeber ji Emerîka, Prof. Dr. Christian Zeller ji Swîsre, Eirik Eiglad ji Norwêc, Dilar Dirik ji Elmanya, Dr. Roger Turaut ji Fransa, Dr. Rebecca Coles ji Brîtanya, Jakob Zethelius ji Swêd, Dr. Thomas Jeffrey Miley ji Emerîka, Johanna Riha ji Awûstûralya, Oktay Ay ji Tirkiye, Prof. Dr. Antonia Davidovic ji Almanya, Janet Biehl ji Emerîka, Dr. Nazan Ustundag ji Tirkiye û Derviş Çimen ji Swîsre. Şand heftiya borî çû Başûrê Kurdistanê, piştî rêze hevdîtinên li Hewlêrê yên ligel Rêveberiya Herêma Kurdistanê û nûnerên KNK’ê re, derbasî Rojava bû.
Wê lêkolînên piralî bikin
Şande di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî rojavayê Kurdistanê bû û tê payîn heta 9’ê Kanûnê li Rojava bimîne. Şanda ku derbasî Kantona Cizîrê bû, kampa Newroz ya li nêzî bajarê Dêrikê ziyaret kir. Endamên şandê yên li kampa Êzdiyên Şengalî yên ji êrîşa çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne lê dimînin, lêkolîn kirin. Şande ragihand ku jiyana li kampê gelekî zehmet e û saziyên alîkariyê yên navneteweyî sozên dane bicih nanîne. Şande yekemîn zanîngeha Rojava, Akademiya Mezopotamya ya li Qamişlo ziyaret bike.
ROJNEWS/SILÊMANÎ