Şandeya PYD’ê di destpêkê de serdana Goristana Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş kirin. Piştre şandeyê malbatê şehîdan ziyaret kirin û derbasî navenda Şengalê bûn û serdana YBŞ’ê û YJŞ’ê kirin.
Şervanên YBŞ û YJŞ şandeya PYD’ê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan nabe, Jin Jiyan Azadî” û bi çepikan peşwazî kirin.
‘Em ê ji bo Êzidîxanek azad têbikoşînin’
Di serdana şandeyê de bavê Şengal Şengalî, Xelîl Salih ku jiyana xwe di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji dest dayê axaftinek kir û got: “Di serîde ez bi xêrhatina şandeya PYD û hemû kesên li vir amade bûne dikim. Em bi şehîdê xwe serbilindin. Ji bo gelê xwe, ji bo axa xwe, dîroka xwe û ji bo Êzidîxanek azad heta dayik û xwşikên me di destê DAIŞ’ê de bin em ê tekoşînê bikin. Carek din bila serê gelê me sax be. Serê Êzîdixanê sax be.”
Seroka şandeya PYD (Partiya Yeketiya Demokrat) Beşîra Derwêş jî di bin konê sersaxiyê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd Şengal re xwest. Beşîra Derwêş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bila sere gelê me sax be. Em bi şehîdan ser bilindin. Şehîd rûmeta me ne ronahiya rêya me ne. Şehîd tu carî namirin. Dilê me de jiyan dikin. Em bi saya xwîna van şehîdan gihiştine vê astê. Şehîd Şengal şehîdê me hemûyane. Ne tene yê malbatekê ye. Yê tevahî gelê me ye. Bila serê we bilind be. Ji ber her hevalek me dema şehîd dibe tiştek bi xwere ava dike.”
Di dawiya axaftina xwe de Derwêş bal kişande ser rasthatina Rojbûna Ocalan jî û wiha axivî: “Bi şehadeta van hevalan em rastî rojbûna Rêber APO jî tên. Rojbûna Serok APO rojbûna mirovahiyê û ji bo gelê bindeste. Em li gor felsefeya Serok APO hêza xwe ya parastinê pêş dixin.”
Şandeya PYD’ê paşê çûne navenda bajarê Şengalê û şervanên YBŞ û YJŞ’ê ziyaret kirin. Şandeyê bi boneya Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan posterek Ocalan diyarî şervanan kirin. Şervanan jî şande bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan nabe, Jin Jiyan Azadî’ û bi çepikan peşwazî kirin.