Bi armanca xurtkirina peywendiyên jinên Kurd û pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd li dijî êrîşan, şandeyek ji parlementerên jin ên HDP’ê û hevşaredarên HDP’î, ji bo hinek rêzehevdîtinan serdana Herêma Kurdistanê dikin. Serokatiya şandeyê parlementera HDPê ya Batmanê Feleknas Uca dike. Parlementera Amedê Semra Gûzel, parlementera Şirnexê Nûran Îmîr û hevşardara Nisêbînê Parêzer Semîre Nêrgiz di nava şandeyê de cih digirin. Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Mûzzeyen Gûneş ragihand ku wê heyet li Hewlêrê du rojan bi sazî û dezgehên jinan re hevdîtinan pêk bîne.

Çav li rê ye, şande pêşî serdana Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî bike. Piştî Talabanî wê şande serdana baskê jinan ya partiyên komên wan di parlementoyê de heye bikin.

 

ROJNEWS / HEWLÊR