Di nava her gel û neteweyê de, şanenav hene. Ji van şanenavan hin şanenavên pîşeyî ne, li pey perwerdeyeke bilind, xizmeteke ji bo mirovahiyê bi aliyê saziyên xwedanerk ve tên dayîn. Mînak; şanenavê wek "Seyda, doktor (Dr.), Profesor." Di hin rewşan de jî mirov navê xwe yê rast di nava civakê de bikarnayîne, li cihê wê, navekî hunerî li xwe dike. Mînak Nivîskar, Dengbêj, Stranbêj, şanoger, aktor û aktirîst navên hunerî bi kar tînin.

Hin navên dagirker ji bo piçûkxistina gelên bindest yan jî dijberan, di nava gelan û civakan de îzolekirinê, di cihanê de bi rengekî nerênî nîşandanê bi kar tînin, ne şanenav in. Ew rasterast heqaret û êrişeke dijminane ye. Bi taybetî jî dagirkerên Tirk serî li vê rêyê didin. Ji bo rêberiyên gelê me peyvên wek "terorîst, eşqiya, ajanên emperyalîstan, cudaxwaz, serekê eşîrê, feodal, mirovên şikeftan, kujêrên derguşan" û bi xwe û çapemeniya xwe didin gotin.

Piştî tekoşîna neteweyî hêdî hêdî xwe bi gel da pejirandin, bi taybetî jî di salên heştêyî de her Kurdê bi Kurdiya xwe, kesayetiya xwe dihesiya û dixwest ji bo Kurdî û Kurdistanê li gor têgîhîştina xwe tiştekî bike, şanenavek li xwe dikir. Hinan navê xwe kiribû "Tofan“, hinan navên wek "Piling, Çiyayêberz, Bêtirs, Birûsk, Qotqelêş, Zinar, Çilindar, Baxirbaba, Agirkuj û û..." li xwe kiribû. Hê navên nayên aqilan li xwe kiribûn. Ev ne tenê di nava hin rewşenbîran de, di nava ciwanan de wek modeyekê belav bûbû. Her kes li navekî balkêş û xwe mezin nîşandanê digeriya.

Ji vir sih sal berê, rojekê min helbesteke bi Kurdî nivîsî, piştê wê jî gotareke kurt amade kir lê min navê xwe yê rast di bin de nivîsîbû. Hin hevalan got; "Ev navê rast nabe, navekî Kurdî li xwe ke, bila şanenavek te jî hebe!" Çîroka Aziz Nesîn hat bîra min, bi carê ve veciniqim. Ez wê demê di nava lêkolînan de bûm, min hewl dida ku di warê ziman de xwe bi pêş bixim. Dibe ji vê be berê peyva "Fêr" hat bîra min. Bi rojan li ser paşgîna divîbû min bikarbianiya rawestiyam. Di encamê de forma kurt ya lêkera gihîştinê "gîn" hat bîra min. Min jî di wateya „ez dikanim fêr bibim de navê xwe "Fêrgîn" danî. Hê jî fêrî tiştên nû dibim û Fêrgîn im.

Carê  A.M. Tîgrîs çîroka xortekî Kurd ji me re vegotibû. Dema ew dibîne ku her kes navên giran wekî "Hesinşikêr, Koyêberz, Lehîxwir, Tîrêjgir, Birûskdaxwar li xwe dikin, ew jî tê di nava civatê de dibêje: "Bixwede min jî navek ji xwe re dît, navê min ji îro pê ve Xîço ye!" Herkes berê bi şaşwazî li hev dinêre, pişt re jê dipirsin û dibêjin: "Çima Xîço? Ma navekî din tunebû?" Ew jî wisa bersiv dide: "Min nêrî ku hirik bû Lutkêçiyan, bizdonek bûn "Piling", mişkên refan bûn Tofan û û. Min jî got; ez ê çiyan di ser xwe de wernegerînim, bila navê min Xîço be!"

Hin nav henin ji bo gelan navên pîroz û bi rûmet in, nirxên gelan in, Mînak; di nava Kurdan de "Kavî Viştaspa (Keyaxares /Keyxwisro), Aştiyago, Med, Amed, Dêrsim, Agirî, Egîd, Mazlûm, Bêrîvan, Bêrîtan, Leyla û û, ew nirxên gel in, divê mirov yan van navan li xwe neke, yan jî layîqê van navan be, hê li xwe bike! Ji bin barên van navan rabûn, li gor nirxên wan tevgerîn ne hêsan e. Berpirsiyariyeke wîjdanî dixwaze.

Dema yek şanenavê Amed li xwe ke, lê di bin çengê AKP´ê, yan jî parrtiyeke din ya dagirker de êrişê rûmet û nirxên gelê Kurd bike, hê di ser de jî bi wî navî di ragihandineke navneteweyî de têkeve nava lixwedanînên bêrûmet, ew wî navê pîroz jî bi xwe re dilewitîne. Mixabin gelek kesan navên nirxên gelê me li xwe kirine û her xirabiyê bi wan navan dikin.

Li gel van şanenavan, di van salên dawiyê de pirraniya Kurdan navên Kurdî li zarokên xwe kirine, lê zarokên wan bi Kurdî nizanin, li gor nirxên Kurdî tevnagerin. Heta hinên wan ji xwe re Tirk dibêjin. Ev jî şermeke mezin e. Bi hêviya mirov yan navên li gor rastiya kesayetiya xwe li xwe ke, li zarokên xwe ke, yan jî li gor wateya navê ku li xwe kiriye tevbigere. Ev ji bo şanenavan hê girîngtir e. Divê mirov bi kesayetiya xwe ya lewitî navên pîroz nelewitîne.