
Pirtûka "Dîroka Şanoya Kurdî" bi amedakariya Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu ji weşanxaneya Peywendê derket. Heta niha li Bakurê Kurdîstanê xebateke berhevkirî derbarê şano û şanogeriya Kurdî de nehatibû kirin ji ber vê yekê “Dîroka Şanoya Kurdî” di kelepora Kurdî de cihekî vala tijî kir. Her du amedekarên pirtûkê, bi salan e di nav şanoya Kurdî de dixebitin û di vê qadê de berheman jî pêşkeş kirine.
Şanoya Kurdî li Bakurê Kurdîstanê nexasim piştî salên 90'î bi rêya saziyên NÇM'yan (Navenda Çanda Mezopotamya) berbiçav bi pêş ket. Beriya wê pîyesa awil di şanogeriya Kurdî de metna Memê Alan a sala 1918´an Evdirehîm Rehmî Hekarî nivîsandî bû. Lê piştî avakirina Komara Tirkiye li Bakurê Kurdîstanê heta 1959 piyesa Musa Anter bi navê "Birîna Reş" mirov nikare behsa şanoya Kurdî bike. Lewra hê nû bi nû şanogeriya Kurdî li Bakurê Kurdîstanê bi rêya sazî û şarederiyan nasnameyek ji xwe re peyda dike.
Nebûna çavkaniyan
Amedekarê pirtûkê Çetoyê Zêdo pêvajoya amedekirina pirtûkê û nebûna çavkaniyên berhevkirî li ser şanoya Kurdî wiha rave dike: "A rast ev e ku, li Bakurê Kurdistanê li ser dîrok û kelepora şanoya Kurdî ne bi Kurmancî û ne jî bi Tirkî çavaniyeke cidî û giştî heta niha tunebû. Tiştên hebûn jî hemû qala piştî salên 1990'î dikirin û piraniya wan jî bi zimanê Tirkî bûn. Ji bo hemû parçeyen Kurdistanê dîrokeke hevpar nehatibû berhevkirin an jî tu kesî li ser vê serê xwe neêşandibû.
Me ji bo “Dîroka Şanoya Kurdî” pirranî ji xebat û lêkolînên Soranî sûd wergirt, ji bo ku di nav çavkaniyan de yên bi Kurdî (Soranî) tenê ew hebûn, me ji gelek berhemên Soranî taybetî ji bo kronojiya şanoya Kurdî sûd wergirt. Lê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê me pirranî bi çavkaniyên Îngilîzî, Fransî, Rûsî û me hin gotar û xebatên sereke bi kar anîn."
Çetoyê Zêdo diyar dike ku pirtûka wan hemû parçeyên Kurdistanê û cihê ku şanoya Kurdî lê pêkhatî weke (Şanoya Kurdî ya Elegezê (Ermenîstan), Şanoya Kurdî ya Tiblîsê (Gurcîstan) dihundirîne û wiha pê de diçe: "Me ji zaravayê Soranî û ji zimanên din, ji bo tevahiya şanoya Kurdî gelek çavkaniyan bi Kurmancî ji bo “Dîroka Şanoya Kurdî” amade kir.
Serdema modern û şano
Amedekarê pirtûkê Çetoyê Zêdo destnîşan dike ku derketina şanoyê di nava Kurdî de ne girêdayî serdama modern û çavkaniyên nivîskî ye. Zêdo li ser şanoya beriya serdema modern di civaka Kurdan de dibêje: " Şano her tim hebûye di hemû civak û şaristaniyan de, lê ne bi awayê ku îro tê zanîn derketiye, hemû civak û neteweyan li gora çand û kelepora xwe hin formên şanoyî afirandine. Dema ku em qala şanoyê bikin, forma Şanoya Ewrûpî tê bîra mirov, ji bo ku şanoya modern ya nivîskî li ser bajarvaniyê pêk hatiye û bingeha xwe ji şanoya antîk ya Yewnanî û ji çavkaniyên xwe yên gelêrî girtiye. Bi bajarvaniyê re hemû ber bi şanoyeke nivîskî çûne û ji gelek qonaxên dîrokî bihurîne heta ku dirûvekî “netewî” temsîl kirine. Şanoyên netewî bi hemû rabirdûya xwe ji dîroka şaristaniyê para xwe stendine û hebûna xwe afirandine."
Forma şanoya Kurdî ya gelerî
Zêdo dibêje ku di amedekirina pirtûkê de wan nexwestine tenê bi şanoya Ewrûpî ya nivîskî sînordar bin ji ber ku şano ne tenê giradayî nivîsê ye û wiha dipeyive: "Di vê berhemê de me giranî da nivîsên li ser hemû form û mînakên şanoya Kurdî. Di vê berhevkariyê de me xwest di gotaran de nimûneyên şanoya neteweyî jî hebin; ji ber ku şanoya Kurdî ya folklorîk/civakî ji rabirdûya şanoya Ewrûpî vediqete.
Di nav formên şanoya Kurdî ya gelêrî de: Mîr Mîran (Mîrê Şaş) Kosegelî (Gaxand) Bûka Baranê, Bûkella (Kûkla), Sersal, Lîstik û Temsîlên Newrozê… Her wiha Şanoya Kurdî bi “dengbêjî û çîrokbêjiyê” ve jî dîsa xwedî formên netewî ye."
Şanogerên Kurd Kurdî naxwînin
Zêdo rexneya nexwendina çavkaniyên Kurdî ji alî şanogerên Kurd ve dike û dibêje, ji bo zargotina Kurdî bi awayekî xurt tevlî nav xebatên şanogeran bibe, berî her tiştî divê şanoger bi Kurdî karibin bixwînin. Zêdo têkiliya Kurdî û şanogerên Kurd wiha îfade dike: "Ez a rastî bibêjim, pirraniya şanogerên Kurdî ji xwendin û nivîsandina Kurdî dûr in. Ku şanoger ji temaşevanê xwe bêtir bi ziman û folklara xwe nizanibe çima bi şanogeriyê re elaqedar dibe? Çav û guhê temaşevan li şanoger e, loma divê şanoger di zanîna huner, çand û ya girîng di ziman de bê qisûr bin.
Li Bakur, jiyana gund û bajaran salên 1990'î pirr guherîbin jî di çand û folklora Kurdî de formên şanoyî hê jî li benda kifşkirin û ravekirinê ne. Loma ku me xwest di gotarên vê berhemê de mînak û formên şanoya gelêrî jî hebin. Bêyî van hûrgiliyan, sînorê şanoyeke Kurdîstanî wê neyê kifşkirin."
Herî dawî Zêdo dibêje, her çiqas tam ne li gor dilê wan be jî şanoya Kurdî her diçe baştir dibe. Zêdo li ser rewşa dawî ya şanoya Kurdî wiha pê de diçe: "Ji bo şanoyeke xwedîderfet û netewî hê gelek qonax û xebat mane. Dîsa hemû kar û xebatên şano û hunerê bi rewşa siyasî ve girêdayî ye, ku pêşketinek çêbibe dîsa bi wê ve girêdayî ye. Hêviya me jî ew e ku li her bajar û navçeyên me dema ku sehneyên Kurdî çêbin û huner bi awayekî azad çêbe."
Naveroka Pirtûkê
Pirtûk ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de mijarên mîna "Dîroka Şanoya Kurdî di Wêjaya Kurdî de", "Şanoya Kurdî li Başûrê Kurdistanê", " Şanoya Kurdî li Sovyetê", "Di 1893´yan de Şanoya Kurdî li Fûara Chicago ya Cîhanê" hene.
Beşa duyem jî bi pênasekirina têgeh û termên şanoya Kurdî dest pê dike û gotarên analîzkirina civakî û poltîk ên şanonameyên Kurdî dihewîne. Kronolojiya Şanoya Kurdî ji 1919´an heta 1990´î jî tê de cîh digire.
Çetoyê Zêdo kî ye?
Bi navê nasnameyî Çetin Erol sala 1981´ê li Mêrdînê ji dayîk bû. 2004´an li Zanîngeha Wanê beşa Mamostetiya Zimanê Tirkî û 2011´an li Zanîngeha Stenbolê beşa Dramatûrjiyê qedand. Weke dramatûrg di İBŞT û di hin şanoyên Kurdî de xebitî. Di Teatra Zîv de derhêneriya şanoyên “Şengê û Pengê” û “Bêlome” kir. Li Stenbol û Amedê dersên Şanoya Kurdî dan. Li ser wêje û şanoya kurdî hin gotar û xebatên wî di kovaran de hatin weşandin. Ji 2009an heta niha weke moderator li “Şêwira Xwendinê” kar dike. Heta niha du şanonameyên wî, bi navê “Şengê û Pengê” (Weşanên Filîto, 2014) û Siltanê Fîlan (Weşanên Şaredariya Amedê, 2015) çap bûne. Her wiha wî romana Ferhad Pîrbal a bi navê “Hetf Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr” ji Soranî kiriye Kurmancî (Weşanên Avesta, 2014).
Yavuz Akkuzu kî ye?
Sala 1982´yan li Şemrexa Mêrdînê ji dayîk bû. Sala 2006an li Zanîngeha Dîcleyê beşa Mîmartiyê qedand. Li Amedê dema xwendekar bû dest bi karên şanoyê kir. Sala 2003´an weke lîstikvan di şanoya “Taziye/Hewarî” ya Şanoya Şaredariya Amedê de cîh girt û heta niha weke lîstikvan li wir dewam dike. Sala 2009´an li Zanîngeha Enqerê beşa DTCF Şano/Dramatûrjî dest bi xwendinê kir. Derhêneriya Şanonameya Ahmed Osman ya bi navê “Destê Şeş Tilî” kir. Şonoyên ku tê de lîstikvanî kirine: Cembelî û Binevş, Kelemê Evînê (Derwêşê Evdî), Mala Dînan, Tu Kî Yî, Çîrokek Zivistanê, Zimanê Çiya, Qeyd, Xulamê Du Xwedî, Daweta Xwînî, Hamlet, Mem û Zîn.
ÎBRAHÎM BULAK