Şanoger Kemal Ulusoy dibêje, şano ruhê zindî yê civakê ye û wiha dipeyive: “Mirov dema wate û rola şanoyê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunerê Kurd de bi rolekê rabe û bide fêmkirin.”
DENÎZ ÎKE / ANF / AMED
Şano yek ji hunerên kevin e ku hema hema hemû hunerên din di nava xwe de dihewîne û heta bi rîtueleên destpêkê jî koka wê diçe. Heta ku digihîje şanoya klasîk a Yewnanî, wê ji mêj li pey xwe hezarên salan hiştibûn. Lê şanoya modern li nav Kurdan ne xwedî rabihuriyeke dirêj e. Li Bakurê Kurdistanê em dikarin ji salên 1990´î û pê ve behsa şanoyeke Kurdî bikin ku nexasim bi NÇM´ê şax berdan. Şanoger Kemal Ulusoy jî yek ji wan hunermendan e ku ji wê ekol û mîrasê mane. Em bi wî re peyivîn ka di nava civaka Kurd û çanda Kurd de rola şanoyê çi ye. Ulusoy dibêje, şano ruhê zindî yê civakê ye û mirov dema wate û rola şanoyê zanibe, hewl bide fêm bike, hingê dikare di hunerê Kurd de bi rolekê rabe û bide fêmkirin.
Hest pîvan e
Li gorî Ulusoy şano hest û ruhê civakê derdixe li ser dikê û li wir darîçav dike. Ulusoy destnîşan kir ku şano bi taybetmendiya xwe ya zindîbûnê mirovan bi mirovan dide hîskirin û got, “Karê temaşekirinê xwedî dîrokeke gelekî kevnar e. Di dîrokê de ji şanoyê re dibêjin texlît. Heke demsal nû dest pê kiribe, mirin çêbûbe, bûyerên asîman çêbûbin dibin mijara şanoyê. Şano di civakê de di huner de aliyê hestî û ruhî nîşan dide, nebe kêmahiyek e. Sermeselê, di civakê de çawan ji bo gelan edalet pêwîst be û bê hiqûq jî edalet pêk nayê. Di şanoyê de hest jî pîvanek e.”
Timê hêmanên nû lê zêde dibin
Ulusoy got, şano rêwîtiyeke dirêj a jiyanê ye û wiha pê de çû: “Di şanoyê de herdem lêgerîneke nû heye. Şano her dem li cihekê namîne. Şano li gorî jiyanê herdem xwe nû dike. Şano di nava çand û huner de xwedî rol û erkeke girîng e. Ji ber ku serpêhatî û jiyana siyasî, civakî û warên din bi awayekî hunerî û texlîdkirinê tên hûnandin û vegotin, bandoreke domdar li ser mirovan çêdike. Ji ber ku ji çav û guh re dipeyive û bi zimanê hunerî hatiye xemiladin, bandorê li paşeroja wan dike. Di huner de rê û rêbaz cuda ne. Dema ku em li ser dikê kilasikên dinyayê dilîzin jî em hinek tiştên nû lê dikin. Mînak, taybetmendiyên jiyana me ya rojane ango Kurdewarî em lê zêde dikin.”
Em dikarin bi sedan lîstikan binivîsin
Ulusoy bi bîr xist ku li tevahiya Kurdistanê de komên şanoyê û şanoger hene û wiha dom kir: “Serdemên siyasî bandorê li şanoyê dikin. Li Bakurê Kurdistanê her çiqas zext li ser şanoya Kurdî hebe jî, şano di asta herî xurt de ye. Şano di nav gelê Kurd de her ku diçe, bi pêş dikeve. Weke deryayekê enerjiya wan a ji bo şanoyê heye. Em şanoger jî xwedî enerjiyeke mezin in da ku karibin şanoyê bi pêş bixin. Ewqas çavkaniyên mezin hene ku em dikarin bi sedan lîstikan binivîsînin û bilîzin.”
Bandora wê dike ku gef lê bên xwarin
Ulusoy sedema gefên li şanoyê tên xwarin jî, bi bandora wê rave dike, û dibêje, “Mirovên şanoger pêwîst e, li her cihî karibin kar û xebatên xwe yên şanoyê bikin. Di salên 90’î de tevî ku zextên pirr mezin li ser zimanê Kurdî hebûn jî şanoger û ciwanên Kurd li her deverê karê xwe yê şanoyê dikir. Heger mirov bê hevî be, nikare bigihîje şanoyê. Şano bi xwe jî ji bo gelê Kurd hêviyek e. Her wiha şano ji gelek beşên huner sûdê werdigre. Bandora herî mezin ya şanoyê jî zindîbûn e, û rûbirû bandorê li ser mirovan dike. Şano naşibe sînemayê, belê bandora sînemayê heye, lê belê rû bi rû bang li mirovan nake. Dîsan ji ber ku çîroka şanoyê mijarên civakê ne, bandorê li ser civakê dike û ji ber vê jî herdem gefan lê dixwin.”