Şanoyeke Kolanê ya dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê şermezar dike, li bajarê Silêmanî hate nîşandan û bala xelqê kişand ser xwe.
Şevê din li Saholekeya Silêmanî Koma Şano ya Şehîd Dr. Sîrwan di çarçoveya pêngava li dijî dagirkeriya Tirk de şanoyeke kolanê ya li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê hate lîstin.
Artêşa Tirk biçe derve
Şanogerên ji jin, zilam û zarokan ji bo balê bikişînin ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê û şermezar bikin, bi rûyên xwe yên herîkirî û keviran ketin nava gel û daketin meydanê. Şanogerên bi kincên spî weke sembola 4 parçeyên Kurdistanê pankartên kesk, sor, zer û spî yên bi nivîsa, “Artêşa Tirk biçe derve”, “Êdî bese dagirkerî” û whd. rakirin.
Şano di nava cihê herî qelebalix ê bajêr Saholeke de hate nîşandan û bala xelqê kişandin ser xwe. Şanogeran paşê li du cihên cuda yên qelebalix lîstika xwe nîşandan.
Di şanoyê de hêrsa li dijî dagirkeriya Tirk, bêdengiya hikûmetê û şerê desthilatiyê ya di nava hêzên Başûr de hate rexnekirin û daxwaza têkoşîna piralî li dijî dagirkeriya Tirk hate kirin.
Di şanoyê de piranî zarokan cih girt û rewşa zarokên Biradost, Efrîn, Şêladiz û bi giştî zarokên li herêmê di lîstika xwe de diyar kirin.
Di dawiya şanoyê de weke peyama yekîtiya Kurd sirûda netewî hate gotin û hemûyan destê xwe dan hev çend kêlî wisa sekinîn. Şano bi çepikên xurt yên temaşekeran bi dawî bû.
ROJNEWS / SILÊMANÎ