Li navçeya Silêmaniyê Derbendîxanê Festîvala Şanoya Kolanan a navneteweyî dest pê kir. Di festîvalê de gelek şanoyên ji Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê wê werin pêşandan.

Li Derbendîxanê festîvala şanoya kolanan wê 3 rojan dewam bike.

Di nava 3 rojan de 21 şano wê li kolanan werin nîşandana. 11 ji van şanoyan ên ji Kurdistanê ne û 10 şano jî biyanî ne. Di nava şanogeran de ên ji Îran, Iraq û Lubnanê jî hene.

Şanoya yekem a bi navê ‘Xec û Siyabend’ pêr li Parka Giştî ya Derbendîxanê hat lîstin. Şano ji aliyê koma şanoyê ya Derbendîxanê ve hat pêşkêşkirin.

Di roja yekem a festîvalê de, Koma Milî ya Silêmaniyê ji beşdar bû. Wêneyên pêşmergeyan nîşanî beşdaran kirin.

Şanoyên ku di çarçoveya festîvala şanoya kolanan de werin nîşandan, wê ji aliyê komîsyonekê ve werin nirxandin û piştre werin xelatkirin.

Li Derbendîxanê ev 6 sal in festîvala şanoya kolanan a navneteweyî tê lidarxistin.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ