Şa Performans bi lîstika “Ji Akademiyê Re Raporek” li Enyereyê derdikeve ser dikê. Damezrînerê Şa Performansê Tuncay Ozel, got, di her qada jiyanê de pêwistî bi zimanê Kurdî heye û banga temaşekirina lîstika şanoyê kir ku wê 8’ê Sibatê li Babylon a Kizilayê derkeve ser dikê.

Tuncay Ozel, li ser navê “Şa Performans” got, “Di Kurdî de ‘şîn’ û ‘şahî’ hene. Peyva ‘şîn’ tê maneya rewşa ku mirov xemgîn dibe, ‘şahî’ jî tê wateya kêfxweşî ye. Ji ber wê, me hevoka ‘şa’ hilbijart.

Li mal, dibistan, cihê xabatê, kolan û di şanoye de pêwistî bi Kurdî heye. Xwezî komên ku şanoyê bi Kurdî pêşkêş dikin, zêdetir bûna. Xwezî filmên bi Kurdî zêdetir bûna. Armanca me ew e ku em alîkariyê bidin şanoya Kurdî û di vê qadê de şanoyê bi pêş bixin.

Mirov bi hemû amûrên xwe polîtîk in û şano jî amûrek e. Yê ku şanoyê ji polîtîkayê cuda dikin, me dixapînin. Ew jî helwêsteke polîtîk e.

Em banga temaşekirina şanoya 8’ê Sibatê dikin da ku temeşaevan li Dika Bobylon a Kizilayê ya Enqereyê me tenê nehêlin.”

 

MA/ENQERE