Li ser navê TEV-ÇAND’ê endama Rêveberiya TEV-ÇAND’ê Ruha Amanos diyar kir ku Hêvî mirovekî şoreşger, hunermend, şanoger û fedakar bû û di heman demê de şano weke felsefeya jiyana azad a gel digirt dest û wiha got: "Her çi qasî Heval Hêvî li cihekî weke Îzmîrê jiyabe jî qet tawîz neda dijmin û bandorên neyênî. Dema Heval Hêvî tevlî Tevgera Azadiya Kurdistan jî bû, xebatên xwe hîn xurtir û bi biryartir berdewam kir. Heval Hêvî jiyana xwe ya şanogeriyê bi ya gerîlatiyê re kiribû yek. Kedeke mezin a Heval Hêvî di şanogeriya Kurdî de heye. Di roja me de li her kolan û taxên Kurdistanê şanoger berhemên xwe pêşkêş dikin. Ev bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan û şoreşgerên mîna Heval Hêvî pêş ket. Em wek TEV-ÇAND’ê şopdarên xeta şehîdên xwe ne." Piştî axaftina Ruha Amanos kesên ku Hêvî Şanoger nas dikirin li ser jiyan û kesayeta Hêvî Şanoger nêrînên xwe anîn ziman. Dayik Zeynep Benzer li ser jiyan û kesayeta Hunermend Hêvî wiha got, "Hevalê Hêvî bi tarzê jiyana xwe û bi danûstendinên ku bi gel re pêş dixist mînak bû."
Piştî axaftinan girsê, dirûşmayên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 

DÎHA/MEXMÛR