Der barê xebatên şano yên li Wargehê û girîngiya Şano endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê Ekîn Ronî pirsên DÎHA'yê yên derbarê girîngî û bandora şanoyê de bersîvandin.

Li gorî we şano çiye? Hûn çawa dinirxînin?

Bi zimanê latînî dibêjin, 'Tiyatro'. Wateyê wê: cihekî ku gel lê temaşe dike ye. Karê temaşekirinê xwedî dîrokeke gelekî kevnar e. Di serdema neolîtîkê de ji şanoyê re dibêjin: 'Mimess' ango texlît. Di wê serdemê de dema bûyerek gelekî girîng mînak, heke demsal nû dest pê kiribe, mirin çêbûbe, bûyerên asîman çêbûbin dibin mijara şanoyê. Dema li asîman brûsk lê dabe û mirovek bixwaze vê ragihîne civakê bi awayên texlît wê bûyerê zindî dike, mirovên ew bûyer nedîtine jî temaşe dikin. Li cihekî dema temaşevan û lîstikvanên şanoyê hebin; her wiha cihê ku lîstikvan xwe lê amade dike -ku jê re kulîs an ji pişdikê tê gotin- hebe, ango li cihê ev her sê cihên taybet bên gel hev mirov dikare bêje, li wir şano heye. Ji bo mirovên şanoger an jî ji kesên kar û xebatên şanoyê dikin re salonek mezin û luks ne pêwîst e. Ji bo mirovên şanoger, her cihê ku mirov bikare lê şano bilîze dibe cihê şanoyê. Ji ber ku li her deverê rengê jiyanê cuda ye û zimanê jiyanê jî heye. Her jiyan di nav xweşikî, aheng; êş û zoriyan de derbas dibe.
Di xwezayê de hin tişt weke bûyerekê rû didin. Lê belê mînak, em nikarin ji bûyerên ku li asîmanan çêdibin re bêjin şano; ji ber ku bi awayekî xwezayî çêdibin. Ji bo şano pêwist e, di bûyerê de mirov hebe; her wiha divê fikr, nêrînên mirovan, mîtolojî, felsefe, fikrên zanistî û olî jî hebe ku mirov jêre bêje, şano. Di nav şanoyê de her hunerek xwedî fikr û felsefê ye û di heman de jî estetîk e.

Di hunera kurd de rola şano çiye?

Mirov dema wate û rola şanoyê zanibe û hewl bide fêm bike; dikare di hunera Kurd de rol bigre û bide fêmkirin jî. Di cîhanê de şano bi çi awayî tê bikaranîn? Dewlet, her tim dixwaze fikra xwe bide pêş, çand û felsefeya xwe li ser gelan bi tesîr bike. Mirov dikare bi şanoyê xem û kulên gelekî parve bike, di heman demê de dikare êşa gelekî kêm bike. Lê, dewlet li gorî berjewendiyên xwe, xwe nêzîkî çand û hunerê dike. Bi taybet di beşa şanoyê de modernîteya kapîtalîst xwe dixe nav çand û hunerê. Mirovên di nav pergala modernîteya kapîtalîst de dijîn şanoyê ji bo kefxweşî û pereyan bi kar tînin. Ji ber sîstem ku dixwaze kapîtalizmê di çand û hunerê de pêş bixe, di roja me ya îro de dibêjin: 'Şano nemaye şano hatiye kuştin.' Çand û hunerê ji rastiya wê derdixin. Minaka herî berbiçav komediyê ji bo kefxweşiya xwe û ji bo qezenckirina pereyan digrin dest, di nav de fikrên baş qet tune ne, tenê weke amûrekî ku wextê xwe pê derbas bikin dibînin.

Şano kesayeta mirov digre dest
Çawa kesekî firoşker bi karê firoşkeriyê re mijûl dibe, karê xwe dide meşandin û dijî. Mirovek xwendekar çi karî dike û di nava jiyanê de çawa ye; her wiha çawa di civakê de ji bo her kesî/ê rolek girîng derdikeve pêş, di şanoyê de jî her lîstikvanek rolekî digre. Di van rolan de ji bo her yekî/ê kesayetek derdikeve pêş.
Kapîtalîzm, di hemû qadên civakê da bûye yek reng. Di nava civakê de qaşo bi rengînî û zindîbûna xwe bûye şeklê jiyanê. Minak: Li hin welatan rengê civakê û terzê jiyanê hatiye diyarkirin. Kesên dijîn di nava rojê de wê çi karî bikin hatiye plankirin, bi awayekî mirov bûne mîna robotan. Ji hilberandina fikr û pêşxistina jiyanê dûr ketine. Lewma di nav civak û welatên ku sîstema kapîtalizmê lê tê jiyîn de wate û nirxa ji bo şanoyê nemaye.

Ji bo Kurdan çi wateya şanoyê heye?

Di cîhanê de çawa ku rola şanoyê nemaye yan jî hatiye kuştin. Di civaka Kurdan de bi pêşxistina sîstema alternatîf şano mezin dibe û Kurd li wateya wê xwedî derdikevin. Di nav têkoşîna PKK'ê de beşek herî girîng a çand û hunerê jî şano ye. Berevajî sîstema kapîtalîst di civaka Kurd de ji nû ve şano tê destpêkirin, ji nû ve lîstik têne nivîsandin û ji nû ve lîstikvan derdikevin ser dikê. Di çand û hunera Kurdan de bi kelecanek mezin şano tê pêşxistin û Kurd li her cihê lê dijîn jî, jidil nêzî şanoyê dibin. Li hin deverên cîhanê tê gotin: 'Êdî kesên li şanoyê temaşe bikin nemane, kesên bi şanoyê re eleqeder bibin nînin.' Lê belê ev di çand û hunera me ya Kurdan de berevajî ye. Di taxekê de çend kes bên gel hev kom bibin, dikarin şano bilîzin. Ev di civaka Kurdan de bûye çanda jiyanê. Ji ber ku di nava Kurdan de şano ne ji bo pere, ne ji bo kefxweşiya çend kêliyan û ne ji bo wext derbaskirinê tê kirin. Şano, di nav civaka Kurd de weke fikr, huner û felsefeya jiyanê tê dîtin.
Di cîhanê de her gel û netew bi çand û zimanê xwe şano pêş xistiye. Ev dused sal e, her bi zimanê xwe lîstine; lê belê gelê Kurd ji ber ku welatê wan hatibû dagirkirin çand û hunera xwe bi zimanê xwe pêş nexistine. Ew sîstema ku dewletên dagirker di aliyê zihnî, fikrî û felsefî de dabûn ferzkirin bi derketina PKK'ê re di nav civaka Kurd de hat paqijkirin.

Şano çi bi we dide hîskirin?

Şano, di bingeha xwe de xwe dispêre mîtolojî û felsefeyê. Dema mirov di civaka Kurd de şanoyê lêkolinek bike divê pirsên, 'di civaka Kurd de rol, wate û felsefeya şano çi ye? Beriya niha Kurd çawa jiya bûn? Di nav PKK'ê de rola wê çi ye? Pêwîst e Kurd çi bikin?' lêkolîn bike. Şanoger bi min mirovekî şoreşger dide hîskirin. Di kê de şanogerî û şoreşgerî nêzî hev bin di xebatên wan de jîrbûn, di aliyê felsefeyê û dîroknasiyê de jî tecrûbe heye. Ango mirov çiqasî şanoger be ewqasî jî şoreşger e.

Di nava gelê Kurd de şano kengî û çawa dest pê kiriye?
Di civaka Kurd de, mîtolojî yan jî çîrokên Kurdan bi taybet bi rêya dengbêjan, bi awayê çîrokan hatine gotin. Dema em behsa dengbêjiyê dikin mirov tenê di aliyê mezîkê de dihizire; lê belê dema mirov li rastiya dengbêjan bigere dê bibîne ku di rastiyê de di dengbêjiyê de şanogerî heye. Ji bo şano çîrok pêwîst e. Ji bo ku ew çîrok were gotin jî divê mirovek bi lêv bike. Mirov dikare bêje, di karê dengbêjiyê de karê şanogeriyê heye. Çîrok û dengbêjên berê, ji bo şanoyê destanên nehatine nivisandin in. Di civaka Kurd de êş û zehmetiyên hatine kişandin bi rêya dengbêjiyê hatine ser ziman. Beriya sedsalan di civaka Kurd de senaryo hatine nivîsandin. Ji aliyê rewşenbîr û nivîskarê nemir Mûsa Anter ve 'Birîna Reş' di sala 1965'an de hatiye nivîsandin. Dîsa em dikarin berê xwe bidin xebatên çand û hunerê, Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) li Bakurê Kurdistanê gelek lîstik nivîsandine û lîstine. Wekî din mirov dikare bêje, li çiyayên Kurdistanê di nav têkoşîna PKK'ê de 15 sal e, şano tê lîstin û rola wê girîng e. Gelek şanogerên mezin yên weke: Şehid Sarya, Baran, Yekta, Hêvî di heman demê de hem şanoger in, hem jî ji bo azadiya gelê Kurd şer dikirin.

Di nava Tevgera Azadiyê de rola şanoyê çi ye?
Ez dixwazim di derbarê vê xisûsê de mînakekê bidim: Di sala 1993'an de koma şano ya MKM'ê lîstika bi navê 'Jiyana Nû' çêdike. Di civîna Desteya Ewlekariya Millî (MGK)'ê ya dewleta Tirk de li ser pirsgirêkan nîqaş çêdibin. Di wê civînê de biryar digrin û dibêjin: 'Pêwîst e em vê komê ji holê rakin!' Ji ber ku şano û lîstikên wan bi Kurdî bûn, ji bo xwe tehdîtek didîtin û xwestin komê belav bikin.

Çima şano wek tehdît dibînin?
Mirovên şanoger pêwîst e, li hemû cihan karibin kar û xebatên xwe yên şano bi cih bînin. Di salên 90'an de tevî ku zextên pir mezin li ser zimanê Kurdî hebûn jî şanoger û ciwanên Kurd li her deverê karê xwe yê şanoyê bi rê ve dibirin.
Rojekê du ciwanên Kurd dikevin rêwîtiyekê, di heman demê de her du şanoger in û rêwîtiya wan di vapûrê de ye. Her du ciwan bêyî xebera rêwiyên din ji wan çêbibe şanoyekê dilîzin. Yek bi zimanê Kurdî yek jî bi zimanê Tirkî dipeyîve. Ciwanek dibêje: 'Tu bi zimanê Kurdî napeyîvî!' Ciwanê din jî dibêje: 'Zimanê min e. Ez ê bipeyîvim!' Bi vî rengî di navbera her du ciwanên Kurd de nîqaşek berfireh çêdibe. Kesên ku di vapûrê de rêwî ne jî weke temaşevan û lîstikvan tevlî şanoya ciwanan dibin. Lê belê, xebera kesekî nîne ku şano tê lîstin. Di nav rêwiyan de hinek dibêjin: 'Rast e pêwîst e, bi Kurdî nepeyîve!' Hinek jî dibêjin: 'Zimanê wî ye wê bipeyîve!' Bi vî rengî niqaşek berfireh di navbera rêwiyan de jî çêdibe. Dema ku vapûr tê cihê xwe her du ciwanên Kurd silav didin rêwiyan, wan spas dikin û dibêjin: 'Ji bo ku we em temaşe kirin em spas dikin. Em şanoger in.' Lîstikên mina vê, ji bo dewleta dagirker tehdît dihat dîtin. Wan her du ciwanên Kurd jî meşa xwe ya ji bajarên mezin heta çiyayên Kurdistanê yên azad bi hunerî pêş xistin.
Weke me li jor jî da xuyakirin di têkoşina azadiya gelê Kurd de gelek şanogerên mezin hene.Yên weke Şehîd Sarya, Baran, Yekta, Hêvî, ev şanogerên me yên mezin di nava têkoşina azadiyê de jî di eniyên herî pêş de cih girtine. Weke gotina: 'Şervanên gel hunermendên gel in.' Eger mirov bê hevî be nikare bigihîje şanoyê. Şano bi xwe jî ji bo gelê Kurd hêviyeke."

Di nav civaka Kurd de hûn asta şanoyê çawa dinirxînin?

Li hemû cîhanê her gelek di aliyê xwe de xwe di şanoyê de têr dibîne. Li Bakurê Kurdistanê, li hemû cihan û bajaran komên şanoyê hene û dibistanên şanoyê hatine vekirin. Di tevahi Kurdistanê de komên şanoyê hene; her wiha şanoger jî hene. Şano di nav gelê Kurd de ji nû ve pêş dikeve. Weke deryayekê enerjiya wan ya ji bo şanoyê heye. Em şanoger jî xwedî enerjiyek mezin in ku karibin şanoyê pêş bixin. Ewqas çavkaniyên mezin hene ku em dikarin bi sedan lîstikan binivîsînin û bilîzin. Dema mirov temaşeyî hinek fîlmên Hollywoodê dike dibîne ku mijarên wan nemane. Wan jî rêya xwe zivirandine berê xwe dane Kurdistanê. Fîlmên Babîl, Skender ku hemû girêdayî ax û dîroka Kurdîstanê ne çêdikin. Li Kurdistanê mijar gelek in, çavkanî fireh û paqij in.

Weke mirovekî şanoger tu karê xwe yê şanoyê çawa didî meşandin?

Di wargehê de komên me yên şanoyê hene û her sal em komên cuda perwerde dikin. Ji dibistana seretayî, navîn, amadeyî bigre sê kom her komek jî ji 25 kesan pêk tê. Ez di aliyê şano de wan koman perwerde dikim. Sala buhirî jî me komek perwerde kiribû. Beriya niha jî gelek şanogerên me hebûn. Di wargeheke ku deh hezar mirov tê de hene, nêzî 150 mirov bi şanoyê re mijûl dibin. Di wargeha me de eleqeyek mezin ji bo şano heye. Niha her çiqas evqasî hêza me nîne ku em dibistana şano vekin jî, lê belê em dixwazin di demên pêş de dibistaneke şano ava bikin.

EMER ÎKE/DÎHA-MEXMÛR