Şanoya Bajêr a Amedê, di çarçoveya gera xwe ya li Ewrûpayê de li Berlînê derket pêşberî şanohezan. Li wir, lîstikên Qirix û Dawiya Dawî cara duyemîn li paytexta Elmanyayê Berlînê hatin lîstin û gelekî bal kişandin ser xwe.
Koma şanoyê, ku roja Înê li Berlînê hunerê xwe pêşkêş kir, pêr piştî ji Hambûrgê vegeriya li Tiyatromê careke din derket pêşberî şanohezên li Berlînê.
Bi qasî 150 kesî li stand-ûp a Ozcan Ateş û lîstika Qirix temaşe kir. Di nava şanohezan de Elman jî hebûn.
Bernameya koma şano ya ji niha û pê ve wiha ye: Dortmund, 6'ê Îlonê saet 19:30, li Depot Immermannstr. 29, 44147; Essen, 7'ê Îlonê saet 19:30, li Katakomben-Theater, Im Girardet Haus Girardetstrase 2-38, 45131; Koln, 8’ê Îlonê saet 19:30, li Alte Feurwache Melchiorstrase 3, 50670; Parîs, 10'ê Îlonê saet 20:00, li 174. Avenue Henri Barbusse 93700 Drancy; Marsîlya, 12'ê Îlonê saet 19:30, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê - 31 33 Boulevard Burel 13014; Amsterdam, 16'ê Îlonê saet 21:00, li Podium Mozalek. Bos en Lommerweg 191, 1055 DT; Liege,18'ê Îlonê saet 17:00 li Komeleya Liege, Rue de Potro 193, 4020.
NAVENDA NÛÇEYAN