Lîstîkvanên Şanoya Bajêr a Amedê ji bo lîstikên xwe holeke mezin nîşan bidin cihek nû ava dikin û ji bo cihê nû kampanya piştevaniyê dan destpêkirin.

Piştî dagirkeriya pêşî ya bi qeyûman a şaredariya paytexta dilan Amedê, şanogeran bi derfetên xwe sibata 2017’an holeke kapasîteya wê 82 kes ji Şanoya Bajêr a Amedê re ava kir.

Tevî derfetên kêm jî lîstikvanan xebatên şanoyê li vê hola biçûk bi rê ve bir. Di nava van 3 salan de her rojên înê û şemiyê lîstikên Kurdî nîşan dan. Şanoya Bajêr dika xwe bi komên şanoya alternatîf ên ji Wan, Êlih, Stenbol, Enqerê re jî parve kir.

Şanoya Bajêr a Amedê ji ber her ku diçe temaşevanên lîstikên wê zêde dibin û ji ber pêdiviya cih, neçar ma ku dest bi projeya hola nû bike. Şanoya Bajêr dest bi projeya xwe û di heman demê de şanogeran ji bo piştevaniyê dest bi kampanya piştevaniyê kirin û bang xwedî derketina şanoya Kurdî kirin.

Li cihê nû yê şanoyê plana holeke ji bo 160 kesî ji bo pêşandana şano û sînemayê heye. Heke dema di heman salonê de dîwarê seyar were rakirin, cihê 200 kesî tê de çêdibe.

Kampanya li ser înternetê hat destpêkirin. Kesên ku dixwazin piştevaniyê bidin kampanyayê dikarin li ser lînka li jêr xwe bigihîninê:

 

https://fongogo.com/Project/amed-sehir-tiyatrosu-yeni-sahne-projesi-5

 

AMED