Gafur Dogan an jî bi nasnav Hevî Şanoger di 27’ê Adara 197'ê de li Mêrdînê ji dayik dibe. Hêvî di malbateke welatparêz de mezin dibe û bavê wî yek ji girtiyên zindana Amedê yê. Hevî di 27’ê tebaxa 2004’an de di qezeya trafikê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehidan dibe.

Gerîlayê hunermend Hêvî, hêj mala wan li gund e ku ew bi kirinên dewletê nas dike. Rojeke zivistanê leşker diavêje ser gundê wan û hemû gundiyan weke her tim li ber dibistana gund dicivînin. Li ber çavên gundiyan li ser berfê îşkenceyê bi bav û dayika wî  dikin û tevî bavê wî çend kesên din jî bi xwe re dibin. Ev roj dibe, hevnaskirina dewlet û Hêvî. Ew vê rojê êdî nema dikar jibîr bike.   


Koçberiya yekem

Hêvî hêj neh salî ye, dema ku neçar dimînin mala xwe bar dikin Qoserê. Di pola 8’an de rojekê mamosteyê wî yê zimanê tirkî dibêje “Li Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî ziman tune ye!”, Hêvî vê ya napejirîne û dijberî wî radibe û dibêje; “Belê, zimanê me heye û ez Kurd im!”. Li ser vê yekê ew ji dibistanê tê qewirandin. Jiyan êdî ji bo wî xedartir dest pê dike, neçar dimîne û di zaroktiya xwe de dest bi karên debarê dike. Di vê navberê de bi xwendin û nivîsê her eleqeder dibe. Ji aliyekî ve qala jiyana xwe dike û çîroka “Gurî” dinivîse.  Dixwaze vê çîroka xwe bi hevalên xwe bide zanîn û ji ber vê yekê bala wî dikeve ser şanoyê. Di 1983an de diçe kurseke şanoyê û piştî şeş mehan bi hevalên xwe yên li wir re şanoyekê li Qoserê derdixin. 


Hezkirina ji şanoyê

Edî bûye hezkiriyekî şanoyê û ji aliyekî ve di karên inşeatan de jî dixebite. Bi birayê xwe re, li senayiyê li tamirxaneya bavê xwe jî dixebite. Ji bo debarê diçe Adapazî weke karkirekî demsale findiqan dide hev û li bazarê halê dixebite. Di hemû zehmetiyên jiyanê de hertim li ber xwe dide û serê xwe li himberî dijwariyê qet natewîne. 


Vekirina NÇM’ê

Hêvî Şanoger, di 1989’an de diçe Îzmîrê, ji aliyekî ve dîsa di karên rojane de dixebite. Li NÇM'eyê Izmîrê, bi awayekî xurt tevlî karên hunerî dibe. Di heman salê de kar û xebatên xwe yên siyasî jî hildigire. Di 1993’yan de tê binçavkirin û îşkencêyên xedar lê tê kirin. Ji ber van êşkenceyan hin nexweşî li canê wî peyda dibe. Hêvî bi tu awayî serê xwe natewîne û hê çalaktir xebatên xwe didomîne. Ji bo ku NÇM dîsa vebe kar dike û xebatên hunerî li nav gel dimeşîne. Di şanoya Kurdî ya gelerî “Kosegelî’ de pirî caran weke lîstikvan cî digre. Heta sala 1998an bi vî awayî di gelek çalakî û karên hunerî de cî digre û şanoyên bi navê “Halepçe, Hêviya Me Hûn in, Gurî, Trêna Aştiyê” dinivîse. 


Tevli refên gerîla bibe

Di bihara 1998’an de tevlî nav refên azadiyê dibe. Hêvî weke gerîla û hunermendekî piralî hertim bala wî li ser şoreş û hunerê ye. Di xwendin û nivîsên xwe de ji bo hunera şoreşê dixebite. Di warê şano, senaryo û wêjeyê de gelek nivîs û gotaran dinivîse. Li NÇMeya Izmîrê û li “Şanoya Çiyê” di şanoyên ku piranî wî bi xwe nivîsandiye weke derhêner û lîstikvan di şanoyên “Birîna Qado, Demokrasî, Wuha ye, Gurî, Xwedêhûta Ango Bedet, Agire Bêdawî” de cî digre. Kurtefîlma “Berf” (2001) dinivîse û tê de lîstikvanyê dike. Beriya ku şehîd bibe, di şanoya “Çîroka Gul û Masî” dinivîse û derhêneriya wê dike. Di şanoyên ku weke lîstikvan tê de xebitine ev in: “Çiroka Axe, Zîlan, Lewha Qaderê, Rû, Nemrût, Teyrê Zîv, Kurdîstan Dagerkere, Azra” û filmên bi navê “ Eyna Bejnê û Jenûra.” 


Qezayê kambax

Şehîd Hêvî bi rêhevalê xwe Şehîd Yekta re her tim di xebatan de hevkarê hevdû bûn. Ş. Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) li Sûriyê li himber komkijiya rejîmê, di 27’ê Adara 2004’an de, roja şanoya cîhanê, ji bo bêdengiya hunermendan protesto bike bedana xwe dike agir û nemir dibe. Şehîd Hêvî jî, ji bo tevlêbûna festîvala şanoyê ya Kerkûkê, di 27’ê tebaxa 2004an de di qezeya trafikê de jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehîdan dibe. 

Xeyala mezin a Şehîd Hêvî û hevalên wî ew bû ku, berxwedana girtîgeha Amedê û ji dîroka berxwedana Kurdistanê şanoyan derbixe ser dikê. Yek ji xwestekên Şehîd Hêvî jî li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Qoserê dibistan û akademiyên huner û şanoyê veke û dixwest perwerdiya şanoyê bide zarokên Kurd. 


ÇETOYÊ ZÊDO/MÊRSÎN