HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / KELAR


Derhênerê Şanoyê, Muxtar Mihemedî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê şanoya kolanan nû dest pê kiriye û gelek pirsgirêkên wê hene. Her wiha got, li Rojhilatê Kurdistanê gavên gelekî baş ji bo şanoyê hatine avêtin.

Derhêner Muxtar Mihemedî, têkildarî şanoya li kolanan got; “Şanoya li kolanan beşeke ji şanoya rewşenbîrî ye. Şanoya kolanan nexasim girêdayî xelkê li kolanan e. Cudahiyeke mezin di navbera şanoya kolanan û şanoya li salonan heye. Di şanoya li salonê de tu rûdinî û xelk tê gel te. Biletê dikirin, elektrîk, ronahî, dik û aktor hene. Dengê ji derve nayê.”


Şanoya kolanan a gel e

Muxtar Mihemedî dibêje, di şanoya li kolanan de şano li temaşevanan digere û wiha dewam dike: “Em diçin cem temaşevanan û sînorê temaşevanan derbas dikin. Weke şanoya li salona nîne ku şano ya min be. Şanoya li kolanan a gel hemûyî ye. Ji bo gel kar dike. Cudahiyê naxe nava xelkê. Kesek diaxive. Kesekî ji hevsera xwe veqetiyayî diaxive. Berpirsyarek li wir e, sermayedarek li wir e. Eskerek li wir e. Hejmarek xelk li wir rûniştîne. Derhêner û aktor ji bo hemû temenekî kar dikin. Ji zarokekî bigire heya kesekî 80 salî.”


Di navbera temaşevanan û aktor de perde nîne 

Muxtar Mihemedî diyar kir ku di salon û kolanan de cudahiyek heye û wiha domand; “Di şanoya li kolanan de perde nîne. Di şanoya kolanan de di navbera aktor û temaşevanan de tiştek nîne. Li rû hev in. Gel bi xwe aktorê şanoyê ne.”

Muxtar Mihemedî diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê şanoya kolanan gelekî bi pêş ketiye û wiha pêde çû; “Mamostayên me yên wiha hene ku li tevayî Îranê nînin. Festîvala Merîwan a navneteweyî heye. Merîwan ber bi 13. Festîvala Navneteweyî ve diçe. Heya niha 10 dewreyên navxweyî hebûn. Bi giştî 23 sal temenê wê heye. Lê li Başûrê Kurdistanê nû dest pê kiriye. Gelek pirsgirêkên wê hene. Lê wê ber bi qonaxên baştir ve biçe.”

Derhêner Muxtarî Mihemedî herî dawî got; “Li gorî van berhemên ku li vir li kolanan hatine nîşan dan, pirsgirêkên komên Başûrê Kurdistanê hene. Di bingeh de pirsgirêkên wan hene. Ji serî bigire heya digihe aktor, derhêner, dik û cilûberg, pirsgirêkên wan hene. Ew şanoya kolanan kêm nas dikin.”




Rewşa şanoyê ji ber siyaseta çandê kambaxtir e  



Li Başûrê Kurdistanê elimandinek heye ku ji karmendên dewletê, heta bi hunermend û saziyê civaka sivîl di warê fînansekirina madî de gazinan dikin. Tevî ku ev rexne di warê rexnegirtina li hikûmeta dikarin rast jî bin, di gelek waran de ev bendewarî bi xwe dibe pirsgirêka ku gelek xebatan ditevizîne. Bi her halî şanoger ji nebûna salonên taybet bi şanoyê û nebûna desteka hikûmetê dikin. 

Şanogerên Derbendîxanê dibêjin, ji ber krîz û rewşa li Herêma Kurdistanê şano û pêşkêşkirina şanoyê bi paş ketiye. Li navçeyê ev nêzî mehekê ye şanoya li kolanan tê pêşkêşkirin. Şanogerên beşdarî festîvalê bûne, diyar kirin ku ji ber salonên taybet û karekî duyemîn ê şanoger û aktoran nîne, ev yek bandorê li jiyana wan dike. 

Şanoger Dilşad Hisên têkildarî sedema ku li herêma Başûrê Kurdistanê şano kêm tê pêşkêşkirin, diyar kir ku ji ber krîza aborî û rewşa niha ya herêma Kurdistanê şano kêm tê pêşkêşkirin û got, “Her çiqasî li Silêmaniyê tê pêşkêşkirin jî li gor a tê xwestin kêm e.”

Şanoger Dilşad Hisên herî dawî got; “Li cîhanê dewlet piştgiriyê dide komên şanogeran. Lê li Herêma Kurdistanê berevajî ye. Yên karên şanoyê dikin bi erk û keda xwe berheman derdixin holê. Bi taybet ku niha krîza aborî heye, ti kes alîkariya şanogeran nake.”

Her wiha şanoger Mihemed Sabîr li ser heman mijarê wiha axivî; “Ji bo serkeftin û pêşkêşkirina her karekî gelek sedem hene. Li Kurdistanê şano ji aliyê xelkê ve nebûye kar û xebateke ku karibin pê bijîn û her wiha girîngiyê nadinê. Her wiha ji bo şanoyê salonên taybet jî nînin ku bi awayekî hê baştir bê pêşkêşkirin.”