Yekem car şanoya Kurdî di serdema osmaniyan de di sala 1893’yan de di Fûara Cîhanê ya Chicagoyê de tê pêşandan. Di salên 1900’î de jî li Stenbolê bi pêşengiya xwendevanên Kurd jî xebata şanoya modern a Kurdî tê destpêkirin. Li gorî hin kesan jî bi piyesa Evdirehîm Rehîmî Hekarî ku di sala 1919’an de çêkiriye, dest pê dike. Cara yekemîn bi hatina Sîrka Soullierê re xebatên şanoyê di serdema osmaniyan de hatine kirin.
Şanoya Gedîkpaşa
Di tebaya osmaniyan de eleqeya şanoyê ji bo misilmanan eyb e. Piştî Şanoya Gedîkpaşa tê vekirin, di nava misilmanan de jî xebatên şanoyê bi pêş dikevin û cara yekemîn jî di sala 1893’yan de di serdema osmaniyan de şanoya Kurdî di Fûara Cîhanê ya Chicagoyê de tê pêşandan. Piştî ku di salên 1900’î de komeleyên xwendevanên Kurd li Stenbolê tên vekirin, cara yekemîn jî li vir şanoya modern a Kurdî bi pêş dikeve. Li gorî hin daneyan jî şanoya Kurdî bi piyesa Evdirehîm Rehîmî Hekarî ev xebat dest pê dike. Lê şanoya Kurdî lê wê derê jî namîne, li welatên wekî Iraq, Îran, Ermenistan, Gurcistan û Ewropayê jî ev xebat tên meşandin. Piştî Peymana Lozanê rewşenbîrên Kurd ên li Stenbolê derbasî Iraqê dibin, li van deran xebatên weşan û şanoyê bi pêş dixin.
Komeleya zanistiyê
Di sala 1926’an de li Silêmaniyê Civaka Zanyarî ya Kurd tê avakirin.. Bi rêya vê saziyê cara yekemîn di sala 1926’an de lîstika bi navê ‘Îlm û Cehl’ a George Abyad tê pêşandn. Bi lîstikên ‘Evîn û Sedeqet’ (1933) û ‘Fermandarê Wêrek’ (1935) jî bala ciwanên Kurd dikişînin ser evîn, sedeqet û egîdiyê. Rewşenbîrê Kurd Pîremêrd di rojnameya Jiyanê de der barê çand û hunerê de vê nirxandinê dike: “Şano ji bo nexweşiyên desthilatdariyê û vîrûsa dîktatoriyê derseke exlaqî dide mirovan.” Di şoreşa 17’ê Cotmehê de Rûsyaya Tizarî (çar) tê rûxandin û Yekitiya Sovyetê tê avakirin. Di vê serdemê de rojnameya Riya Teze dest bi weşanê dike. Şanoya Elegezê tê avakirin û di heman demê de bi van re Akademiya Zanyariyê, Akademiya Pedagojiyê ya Kurdî, Yekitiya Rewşenbîrên Kurd, Yekitiya Nivîskaran û Yekitiya Xwendevanên Kurd avakirin.
Mîtolojiya Mem û Zînê
Di serdema Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de jî xebatên şanoyê tên meşandin. Di gelek lîstikan de mijara ku derdikeve pêş jî egîdî û welatparêzî ye. Di van lîstikan de mîtolojiya Mem û Zînê jî yek jî lîstikên herî girîng e û mohra xwe li dîrokê dixe. Piştî guhertina statuya Şanoya Elegezê, di sala 1947’an de tê girtin. Di sala 1950’yan de mînakên şanoya Kurdî zêde dibin. Li Ewropayê, li Tirkiye, Iraq, Îran, Ermenistan û Gurcistanê jî gelek lîstik û piyes tên nivîsin.
AMED