
ZEYNEP TURGUT / WAN
Li Wanê bi pêşengiya jinên şanoger şanoya alternatîf a bi navê Şanoya Mencelê hat damezirandin. Şanoger Perînaz Delazî diyar kir ku ew ê hewl bidin lîstikên wan piranî bi zimanê Kurdî bin û got ku bi pêşengiya jinan huner xurtir û serkeftîtir e.
Li Wanê cara yekeme ku şanoyek bi pêşengiya jinan tê vekirin. Şanoger Perînaz Delazî diyar kir ku armanca wan ew e ku şanoya bi zimanê Kurdî pêşde bibin.
‘Alternatîf pêwist bûn’
Perînazê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo hunereke alternatîf wan pêdivî pê dît ku Şanoya Mencelê vekin û wiha pê de çû:”Bi taybetî jin eleqeyeke mezin didin şanoyê. Di zanîngehan de ciwan ji şanoyê pir hez dikin û ji ber ku derfetên wan tune ne, nikarîbûn dikê vekin. Lê me dît ku kêmasiyek heye. Ev kêmasî jî ji ber tunebûna dika şanoyê bû. Em jî gava ku lîstîkekê amade dikîn mihtacî şanoya dewletê dibin û li ser dika şanoyê dewletê dilîstîn. Lê me di nav xwe de biryar da û me got divê em alternatîfên xwe ava bikin.”
Armanca navlêkirina Mencel
Perînazê mebesta navlêkirina Mencel jî wiha raberî me kir: „Me xwest ku tiştê ku bêhna çanda me jê tê em ê bi nav bikin û me biryar da ku em navê şanoya xwe bikin Mencel. Di kevneşopiya Kurdan de ji ber bi hezaran xwarinên cûr bi cûr di Mencelan de tên çêkirin. Ew xwarin bi hev re tê çêkirin û gava ku xwarin baş keliya ji mêvanan re tê pêşkeş kirin. Armanca me jî ew e ku em jin lîstîkên xwe baş bikelînin û piştre jî ji temaşevanan re pêşkeş bikin.”
‘Şano bi zimanê dayikê xweş e’
Her wiha Perînazê derbirî ku ew wekî jinên Kurd û şanogerên dijî sîstemê ne bêalternetîf in û wiha axivî: “Ger ku îro bi pêşengiya jinan şano hatibe vekirin ev gaveke serkeftî ye. Pêwîst e her jinek bi vî awayî nêz bibe. Em li her deveran hunera xwe û çanda xwe bidin jiyîn. Çand û hûnera me bila bi zimanê me be. Ji bo ku em li vir şanoya xwe bi zimanê xwe pêşkeş bikin bi taybetî pêdiviya me bi piştgiriya jinan heye. Ger ku em li her qadê bi pêşengiya jinan dest pê bikin em ê serkeftîtir bin û huner dê zêdetir pêşve biçe. Şano bi zimanê dayikê xweş e. “