Ya ku bêhtir di civîna çapemeniyê de derket pêş derewên ji bo raya giştî bûn. Jixwe beriya civînê jî Trump ji bo nermkirina rewşê got, Tirkiye û Emerîka baş ji hev fêm dikin û bi gotinên wî “gelekî baş” li hev serwext dibin.

  Li gorî Jonathan Karl ê ji kanala ABC´yê, eynî wê kêliyê, senator Lindsey Graham ê ji partiya Trumpî, di guhê wî de gotiye, “Ma jixwe ti rojnamevanên din nemane”. Yanî Trump bi zanîn ji krîzeke mafê mirovan henekek çêkir.

  Mirov li dawiyê dikare bibêje, ji bilî derewên li ber raya giştî û şanogeriya Trump û Erdoganî, li pişt perdeyê di civîna li ofîsa oval de aliyan li ser mijarên xwe li hev nekirine. Lê em ê encaman di van roj û hefteyên bê de çêtir bibînin.

Serokê DYE´yê Donald Trump serekçeteyê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan vexwend Washingtonê (D.C.) û li ofîsa oval a Qesra Spî ew ezimand. Ji partya wî û ji Partiya Demokrat gelek kesan jê xwest ku Erdogan venexwîne û pê re rûnene heta ku ew siyaseta xwe neguhere. Ji kongreyê nameyeke ji endamên herdu partiyan jî beriya bi çend rojan pere nekir û Trumpî Erdogan li Qesra Spî ezimand.

Lê berevajiyî serdana Erdoganî ya 2017´an vê carê siyasetvanan pirsên zehmet jê kirin û li derve jî xwepêşandêran ew protesto kir. Xwepêşandêran sûcên wî yên şer, zilma wî ya li Kurdan û mirovên din dike nîşan da û bi qêrîn got, “Ji Sûriyê biceheme”.

Civîna Trump û Erdogan di vê rewşê de û di nava misogernebûna rewşa têkiliyên DYE-Tirkiyeyê de 3 saetan kişand. Meseleya Sûrî, kirrîna sîstemîn fuzeyên balefirşikên ên Rûs ên tîpa S-400 û doza qanûnî ya li Emerîkayê li dijî Halkbankê ya dewam dike, çendek ji wan mijaran bûn ku li ser wan hat axivîn. Piştî civînê di daxuyaniya herdu aliyan de behsa zêde tiştan nehat kirin. Pêşniyaza Trump a peymaneke bazirganiya 100 milyar dolarî û doza Erdogan a weke terorîst miamelekirina bi hêzên Kurd re di civînê de jî derketin meydanê.

Ya ku bêhtir di civîna çapemeniyê de derket pêş derewên ji bo raya giştî bûn. Jixwe beriya civînê jî Trump ji bo nermkirina rewşê got, Tirkiye û Emerîka baş ji hev fêm dikin û bi gotinên wî “gelekî baş” li hev serwext dibin. Wî wekî din tevî ku êrişên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî TilTemirê dewam dikin, gotibû, “agirbest gelekî baş dewam dike”.

Neftê bernade li dostên Erdoganî digere     

Bi ser halan de piştî ku malavahiya Erdogan ji bo karê dike kir, hin gotinên wî jî ecêb bûn, “Em ê neftê bernedin. Neft ya me ye. Neft ewle ye. Me esker tenê ji bo neftê hiştin.”

Di dema civîna çapemeniyê ya hevpar de Trump got, ew “heyranekî” Erdogan e û hişt Erdogan ewqas îdîa û derewên xwe dubare bike. Trump weke ku tişta bi rastî li Tirkiyeyê diqewime ne xema wî be, kir. Di dema pirs û bersivan de jî du kêlî têra xwe derketin pêş. Erdogan ji Trump pirsî, “Ma tu naxwazî kesekî hilbijêrî?” Trump jî got, “Kesekî dost ji Tirkiyeyê, dost ha. Tenê nûçegihanên dost. Em dixwazin wan bibînin. Gelek ji wan jî neman e.”

Ji zilma Erdoganî henek çêkir

Lê di rastiyê de li Tirkiyeyê hemû rojnamevanên mixalif û ên Kurd bi zilma Erdoganî yan girtî ne, yan mişext in yan jî hatine bêdengkirin. Yanî haya Trumpî jê nebû ku li Tirkiyeyê dewleta Tirk û Erdogan çapemeniya azad li dewrûbera xwe nagerînin. Bi hezaran Kurd ji ber qirkirina siyasî ya bi destê Erdoganî di hepsan de ne û tenê par 68 rojnamevan hatibûn girtin.

Ya rastî muhtemelen wî henek dikirin, henek li ser azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê li cem serekçeteyekî ku bi otorîteriyeke hişk welatekî bi rê ve dibe.

Li gorî Jonathan Karl ê ji kanala ABC´yê, eynî wê kêliyê, senator Lindsey Graham ê ji partiya Trumpî, di guhê wî de gotiye, “Ma jixwe ti rojnamevanên din nemane”. Yanî Trump bi zanîn ji krîzeke mafê mirovan henekek çêkir. Lê civîna çapemeniyê piştre hîna ecêbtir bû.

Trump ne xeşîm e

Wê rojnamevana “dost” li şûna pirsê aqil da Trump, rexne lêgirtin û xwest ku Trump bibêje Kurd terorîst in. Li ser vê bi awayekî mirov hêvî ji Trumpî neke, maqûlane ji wê qaşo rojnamevanê re got, “Tu baş dizanî tu rojnamevan î? Tu ji hikûmeta Tirk re kar nakî?”

Axir Trump ji kurdan re negot, “terorîst”. Wî got wan şerê terorê kiriye tevî “hevgirên Kurd” îdîa kir ku “Têkiliyeke me ya gelekî baş bi Kurdan re” heye. Em niha bi wan re ne û em bi wan re li hev dikin.”

Mirov li dawiyê dikare bibêje, ji bilî derewên li ber raya giştî û şanogeriya Trump û Erdoganî, li pişt perdeyê di civîna li ofîsa oval de aliyan li ser mijarên xwe li hev nekirine. Lê em ê encaman di van roj û hefteyên bê de çêtir bibînin. Gavên ku li Bakur û Rojavayê Sûrî alî biavêjin û her wiha têkiliyên di navbera Tirkiye-Rûsya/Tirkiye-DYE´yê wê vê zelûliyê hinekî zelat bikin.