Di bin koordînetiya Weqfa Lêkolîn Huner Çand Estetîk Perwerde û Zanistê (BEKSAV) de 14 komên şanoyê wê mîhrîcana kolanê ya Stenbolê li dar bixin. Mîhrîcana bi şîara “Lîstik li kolanan e, azadî li kolanan e” ji 27 ta 30’ê Cotmehê wê li gelek navçeyên Stenbolê komîn şanoyê bi temeşevanan re bîne gel hev.
Di cendereyê de hatiye hepskirin
Koordînatorê mîhrîcanê Şahîn Tumuklu ku der barê mîhrîcanê de axivî, diyar kir ku ew piştî navbereke dirêj li Stenbolê mîhrîcana kolanan li dar dixin û wiha peyivî: “Kapîtalîzm di vê serdema şer de şens nade wan kesan ku ji dewlet, komên sermayedar û pere piştgiriyê negirin. Şanogerî jî di vê cendereyê de hatiye hepskirin. Armanca me jî ew e ku vê yekê xira bikin û peyama şanogeriyê bigihîjînin her kesî. Kolan azadiyê îfade dikin. Di demekê de ku li kolanan şer heye, kuştin pêk tên, li kolanan pêşkêşkirina lîstikên şanogeriyê ji bo me gelekî girîng e.”
Tumuklu destnîşan kir ku OHAL’ê bandor li ser hûnerê jî kiriye û herî dawî got, “Di dema OHAL’ê de faşîzim êdî bûye wekî rûtînê. Ji ber wê jî me xebateke ku li kolanan pêk bê, kir armanc. Divê her kes piştgiriyê bide lîstika me, yên ku lîstikên wan jî hebin, dikarin bên û bilîzin.”
SADIYE ESER / DÎHA / STENBOL