
Bi xebateke komun, şanogerên hemû komên şanoyê yên Amedê û Kurdistanê dest bi pêşandana şanoyên xweber kirin. Di şanoyên xweber de temaşevan bi awayekî aktîf tevlî şanoyê dibin. Şanoya xweber cureyeke populer e li nava Tirkiyeyê lê ev ceribandinên yekemîn in ku ev rengê şanoyê bi Kurdî tê lîstin. Taybetmendiya şanoya Kurdî ya xwber ew e ku kevneşopiya Kurdî bi rengekî hunerî derdikeve ser dikê. Xebatkara Şanoya Bajarê Mezin a Amedê Şanoger Berfîn Emekdar ev 15 sal in ku bi şanoyê re eleqedar dibe.
Dengbêjiyê dixin navê
Emektar di biwara xebtaên xwe de got, şanogerên kurd bi riya atolyeyên hunerî gihiştin encama ku karibin bi şanoyên xweber derkevin hemberî şanohezan. Berfîn anî ziman ku tevlîbûna temaşevanan a nava şanoyê mijarên lîstikan dewlemend dike û wiha peyivî: “Şanoya xweber a Kurdî cûda ye, ji ber ku karekter û çîrokên Kurdan cuda ne. Dengbêjiyê jî tevlî lîstikên xwe dikin û me kir wekî teknîkeke taybet. Em dê bi vî awayî dewam bikin û gelek tiştên gelêrî tevlî Şanoya Kurdî ya xweber bikin û lîstikên kurdewarî ava bikin. Reakisyona temeşevanan pir baş e. Em dê her hefte derkevin pêşberî temaşevanan.”
Mijarên balkêş
Berfîn hêsanîbûna dika vê şanoyê destnîşankirin û got: “Di şanoya xweber de dekor, senaryo û kostum tune ne. Ev dibe sedem ku em karibin bi hêsanî her hefte derkevin pêşberî temaşevanan. Mijara lîstikê temaşevan li gorî xwe diyar dikin. Gelek mijarên balkêş ji aliyê temaşevanan ve tên pêşniyarkirin. Pirsgirêka me ew e ku em her tim li ser esasê forma şanoya klasîk dixebitin û bi şanoyeke sazkirî dileyîzin. Di pêşerojê de dibe ku em hunermendan, şêwekar yan jî wêjevanan bikin mêvan da ku ew jî derkevin ser dikê û di şanoya xweber de bibin lîstikvan.”
Şanoya li kuçeyan
Berfîn da zanîn ku şanoya xweber di demeke nêz de dê bibe bingeha şanoya kuçeyan û wiha pêde çû: “Di şanoya kuçeyan de jî pêwîstiya me bi dikê, ronahî û dekorê tune ye. pirsgirêka ku hunera şanoya Kurdî niha pê re rûbirû ye ew e ku metnên şanoyê tune ne. tunebûna metnan jî pirsgirêkeke mezin e ji bo berhem dayînê. Dema ku teknîka şanoya xweber bi pêş bikeve, em dikarin çîrokên xwe yên Kurdî jî tevlî lîstikê bikin. Bi şanoya xweber em dikarin bi hêsanî xwe bigihînin navçeyan û gundan. Ev yek dê bibe sedema bipêşxistina hunera şanoya bi zimanê Kurdî. Em mijaran ji sedî sed ji temaşevanan digrin.”
Temaşevan û lîstikvan
Berfîn anî ziman ku hunera şanoya Kurdî ji nû ve dest bi xwe avakirinê dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wek şanoger, gelek cûreyên şanoyê diceribînin. şanoya xweber ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyeke mezin tê. Lê pêwîst e em bibêjin di Şanoya xweber de temaşevan tune ne. Di navbera lîstikvanan û temaşevanan de ew perde tune. Şano xebatek kolektîf û demokratîk e. Lewra şanoya xweber li gorî bîrdoziya me ye. tekoşîna ku Kurd dikin, êdî xwe di hunera me de bêhtir nîşan dide.”
ŞÊRÎN HISO/JINHA/AMED
Ne ya şanogeran a temaşevanan e jî...
Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan li ser 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Banga me ya ji bo şanogerên me yên Kurdistanê ev e; divê vê rojê bi şekir pîroz bikin û vê rojê veguherînin roja fêmkirin û vegotina hevalê Yekta Herekol, roja hevdîtina şanoyê ya bi gel re.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Roja Şanoyê ya Cîhanê ne tenê roja şanogeran, roja temeşevanan e jî wiha hate gotin: “Em wek şervanê azadiyê yên Kurdistanê hewl didin bi xwezayê re bibin yek, hewl didin bibin deng, ziman û dilê van çiyan. Bi xweşikahiyên ku xwezaya me bexşê me kiriye, em li çiyan hunera xwe bi pêş dixînin.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "di şexsê rêheval Şehîd Hêvî, Daxistan, Rêzan û Yekta ku pêşengiya Şanoya Çiyan kirin, hemû şehîdên xwe yên têkoşînê bi bîr tînin û li hemberî wan bi rêzdarî bejan xwe ditewînin.”
BEHDÎNAN