Koma Ehûra ya Şanoyê ji Mehabadê çû Amedê û di 7. Mihrîcana Şanoyê ya Amedê lîstika xwe ya “Mal Be Kol” da nîşan. Temaşevanan lîstik gelekî eciband û demeke dirêj jê re îhtîram nîşan da û li çepikan da.

Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” doh di roja 4’an de dewam kir. Di roja 3’yan a mihrîcanê de pêr êvarê lîstika “Mal Be Kol” a Koma Ehûra ku ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê Mehabadê çûbû Amedê, hat nîşandan. Lîstik li Salona Şanoya Navenda Çand û Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat nîşandan û gelek şanohezan lê temaşe kir. Lîstik bi Soranî derket ser dikê û hat nîşandan. Husên Fezlûlahî lîstik nivîsandiye û Qumid Xakpur jî derhêneriya wê dike. Lîstik behsa serpêhatiya du kesên ji malbat û malên xwe bûne dike û nîşan dide ka çawa xwe li ser piyan digirin. Şanohezan lîstik eciband, îhtîrameke mezin nîşanî da, demeke dirêj li ser piyan ji bo lîstikê li çepikan da. Piştî lîstikê şanohezan dirûşma “Leyla Guven rûmeta me ye” got.

Amedî pîla huner in

Lîstikvan Firas Berter ku aktorê karaktera pêxember e, da zanîn ku ew tevlî gelek mihrîcanan bûne û wan gelek xelat wergirtine. Berter anî ziman ku ew bi çûna xwe ya Amedê gelekî kêfxweş in û got, “Me ji temaşevanên Amedê enerjî wergirt.”

Ji temaşevanan nivîskar Şêxmûs Sefer jî da zanîn ku li gel lîstik bi Soranî bû jî, lê temaşevanan bi baldariyeke mezin temaşe kir û got, “Mirov dikare bibêje, bi vê lîstikê ruhê Amed û Mehabadê li vir bû yek. Dibe ku şanohezan pirr ji zimanê lîstikê fêm nekiribe, lê bes ruhekî yekîtiyê li vir hat zeftkirin.”

Bername dewam dike

Mihrîcanê doh êvarê bi lîstika “Zargotin Zêrgotin e” ya Koma Şanoya Mencel dewam kir. Mihrîcan dê heta 5’ê Gulanê dewam bike û bernameya wê ya mayî jî weke li jêr e:

30’ê Nîsanê (îro) saet 19:00´an ´Kozik´

1 Gulanê saet 19:00´an û 2’yê Gulanê saet 15.00´an ´Zabel´

3’ê Gulanê saet 17.00´an ´Hêzên Palyaço ya Azad´  û saet 19.00´an ´Teyba dawî ya krapp´.

4’ê Gulanê saet 15.00´an ´Ji akademiyê re raporek´

5’ê Gulanê saet 19.00´an ´Tartuffe´

 

AMED