Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Merîwanê cara 13’an bi rê ve çû. Îsal festîvalê 1’ê Îlonê dest pê kir. Kesên ku beşdarî festîvalê bûn jî di roja dawî ya çalakiyên şanoyî de hatin xelatkirin.
Festîvala Navneteweyî ya Şanoyê ya Mêrîwanê, ku cara 13’an e pêk tê, pêr bi şev bi merasîmekê qediya. Ji qada navneteweyî û Rojhilatê Îranê 500 hunermendên şanoyê yên navdar jî li merasîmê hazir bûn. Merasîm li Hêwana Merîwan Neşdê pêk hat.
10 lîstik ji bo festîvala Fecrê
Ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji Ermenîstan, Iraq, Fransa, Spanya û Başûrê Kurdistanê 39 komên şanoyê di pênc beşên cuda de di pêşbirkê de dan ber hev. Festîvalê 5 rojan dewam kir. Ji van 10 lîstik hatin pêşniyazkirin ku tevlî şanoya festîvalê ya bi navê Fecr bibin ku payizê wê li paytexta Îranê Tehranê bi rê ve biçe. Ji van lîstikan ku pêşniyaz li ser wan hate kirin ku beşdarî festîvala Fecrê bibin, 2 jê komên şanoyê û lîstikên Merîwanê bûn, kom û lîstikên din ên Sine, Bokan, Kurwa, Amûl, Lahîcan, Kirmanşan û Tehranê bûn. Pirraniya lîstikên ku hatin pêşniyazkirin beşdarî festîvala Fecrê bibin, lîstikên şanoyê yên bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Serketiyan xelatên xwe wergirtin
Merasîma xelatê bi xelatdayinê dest pê kir. Xelata taybet a derhêneriya herî baş dane Nêrgiz Xokkar a Îranî. Di beşa derhêneriyê de xelata pêşî dane Efşîn Xidîr, xelata duyem jî Xonçe Şukuhyan a ji Amûlê ya Ermen û Seîd Xeyrûllah ê ji Detorayê wergirt. Xelata sêyemîniyê jî ji Merîwanê gihişt Soran Huseynî û ji Bokanê Nezîla Emînî.
Di 39 lîstikên şanoyê de xelata yekemîniyê jî dan hemû zarokan.
MERÎWAN