Bi navê xwe yê orîjînal “The Jungle (Daristana tropîk)” lîstikeke şanoyê ya nû li Ingilistanê, nexasim jî li Londonê gelekî serketî bû. Rexnegiran para bêhtir pesnê vê lîstika li ser penaberên li kampeke penaberan a Franseyê da, di warê aboriyê de kir ku hunermend û produktorên wê gelekî kar bikin û ji ber wê jî ji bo transfereke ber bi New Yorkê ve tercîheke maqûl diyar bû. Jixwe, lîstika bi navê The Jungle îşaret bi kampa penaberan Calais dikir ku xelkê bêhtir bi navê “Jungle” ew bi nav dikir.

Lê pirsgirêkek hebû: 3 ji lîstikvanan welatiyên dewletên serjimara wan para bêhtir Misilman bûn ku Trump vîzedana wan da ku karibin biçin Emerîkayê yan asteng yan jî gelekî zehmet kiribû.

The Jungleê temaşevan bi xwe ve girêdan

Ji derhênerên lîstikê Stepehn Daldry (derhênerê din Justin Martin e) dibêje, “Ecêb û sosretên sosirmet li dijî me bûn. Me zanî wê ji bo me gelekî zehmet be.”

Axir, bi mehan Sting û Benedict Cumberbatch jî di navê de gelek navdaran, lîderên dînî yên weke kevne metranê Canterburyê û siyasetvanên mîna şaredarên New York û Londonê têkoşiyan da ku van her sê kesan bi îmtiyaz bikin û li derveyî qedexeya Trump wan bi cih bikin, û bikin ku ew vîzeyeke çûna Emerîka bi dest bînin.

Sting û hevjîna wî Trudie Styler di nameya xwe ya ji sefareta Emerîkayê re li Londonê re nivîsî û got, “Vê sedsalê hê ti lîstika din bi qasî The Jungle dema ku li Londonê de hat nîşandan, temaşevan bi xwe ve girênedan.”

Divê xelk vê serpêhatiyê bibihîse

Yên ku vê şova şanoyê destek dikin, diviyabû ji bo ku vîze bê wergirtin, rayedaran razî bikin ku nîşandana vê lîstikê ne tehlûkeyeke ji bo Emerîkayê hem weke dewlet û hem jî li dijî welatiyên wê. Bi ser de jî diviya wan heman rayedar qanih bikirana ku lîstik di warê hunerî û civakî de li xêra Emerîka û welatiyên wê ye. Ji bo vê jî bi gotinên David Lan ku kevne rêveberê Yound Vic Theater a li Londonê ye, wan gotiye, “Serpêhatiyekê me heye û bi ya me divê xelk bibihîse, û bi tenê ev mirovên hanê dikarin vê serpêhatiyê vebêjin. The Jungle beriya biçe West Endê li vê şanoyê hatibû nîşandan.      

Van hewldanan di dawiyê de encama xwe bi dest anî û ji bo hersê aktoran jî vîzeya Emerîkayê hat wergirtin; ev jî Ammar Haj Ahmad ku penabwerekî ji Sûrî ye ku ku bû welatiyê Brîtanyayê, û du penaberên ji Îranê Moein Ghobsheh û Yasîn Moradî yê Kurd bûn.

Li Kampê Yasînê Kurd dîtin

Yasîn Moradî yê ku bi xwe Kurd e, bi saetan di lêpirsînê de ma dema ket nav eqarên Emerîkayê; bahaneya wan jî ew bû ku dema ew di ser Sirbistanê re direviya, şûnên tiliyên wî hatine qeydkirin. Lê niha hersê jî bi awayekî serketî û bextewer provayên xwe dikin li hola Dumbo ya li Brooklynê.

Em ji derhênerên şanoyê fêr dibin ku wan Moein Ghobsheh ê 23 salî û Yasîn Moradî yê 26 salî ku hosteyekî kung-fu ye, li kampa Calais nas kirine û ew birine Ingilîstanê. Yasîn Moradî dibêje, ew ji Îranê reviyaye, ji ber ku ji bo Kurdan Îran her çûye xirabtir bûye û jiyan her ne mumkintir bûye. Wî li kampa Calais, dersa kung-fuyê dida penaberan, dema ku şanoya li Londonê ew nas kir. Bi ya wî ev lîstik wê alîkar be ku ew karibin serpêhatiya xwe vebêjin.

 

 NEW YORK