Wezîrê Karê Hundir ê dewleta Tirk a dagirker Silêman Soylu diyar kir ku ew li ser sînor li aliyê Çemê Meriçê hezar komando ango hêzên taybet bi cih dikin, ji bo koçberên bi ser Yewnanistanê de diajon nehêlin paşde bên. Di vê axaftina Soylu de çend nuqteyên girîng hene. Beriya her tiştî Soylu eşkere li xwe mikur tê ku ew koçberan bi ser Ewrûpayê de diajon û şantajê dikin. Ya din jî eşkere dike ku ew bi çavsorî sûc dikin.
Jixwe di vî warî de Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyip Erdogan jî anî bû ziman ku ew dema koçberan ber bi Ewrûpayê ve biajon wê bibînin çawa dewletên Ewrûpayê ji tirsan diricifin.
Di çapemeniyê de jî dîmen hatibûn weşandin ku tê de polîsên dewleta Tirk dikevin nava erebeyan û koçberên li Tirkiyê bi zorê û sîlehan jê peya dikin û bi zoarê wan dibin ser sînor û ji wan re dibêjin, hûn ji bo çi hatin Tirkiyê çima hûn li sînoran naxin naçin û hûn biçin wê polîsên Tirk rê nîşanî we bidin.
YE´yê şantaja dewleta Tirk red kir
Wezîrên Karên Hundir ên 27 welatên Yekîtiya Ewrûpayê bi civîneke lezgîn deklarasyoneke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yekîtiya Ewrûpa, zexta koçberan a Tirkiyeyê ku bi armanca siyasî tê kirin bi tundî red dike.
27 welatan her wiha bang li Tirkiyeyê kirin ku xalên peymana di sala 2016’an de li ser krîza penaberan hate amadekirin bi cih bîne.
Ewropiyan piştgiriya xwe ya ji bo Yewnanistanê dubare kirin û gotin, “Rewşa li derveyî sînorê Yekîtiya Ewrûpayê nayê qebûlkirin.” Ewropaiyan diyar kirin ku derbasbûna ji sînor bi rengekî neqanûnî wê neyê qebûlkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN