Nivîskarê Lubnanî, Îsam Neiman gotareke bi sernavê 'Komploya Erdogan: Na ji Nusra re, li beramberî na ji Kurdan re' nivîsandiye. Neiman di gotara xwe de gotiye komploya Erdogan hîna negihîştiye armanca xwe ji ber ku rejîma Sûrî dê erekirina dawî bide û ne Rûsya.

Neiman di despêka gotara xwe de dibêje, Vladimîr Pûtîn derketina Cebhet El-Nusra ya ji Helebê erê kir, lê belê Erdogan heqê vê yekê ji Rûsya dixwaze.

Neiman diyar kir ku Tirkiyê li beramberî derxistina Cebhet El-Nusra ji bajarê Helebê tevlînebûna nûnerên Kurd a civîna Astanayê dixwaze û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê Cebhet El-Nusra çemê El-Fîce yê di newala Berda re derbas dibe û di bin serweriya wan de ye, li ser Şamê û derdora wê qut kir. Heta Pûtîn vê yekê qebûl bike dê av li ser milyonan mirovî qutkirî be".

Neiman di dewamiya gotarê de dibêje Rûsya hewl dide ku Enqere û Şam helwestên xwe yêm mezinkirina rolê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê nerm bike û wiha dewam kir: "Rûsya zextê li Tirkiyeyê dike ku meseleya qutkirina avê bide rawestandin û dibe ku Rûs zextê li ser Şamê û Tehranê bikin ku xwesteka Tirkiyê ya tevlînekirina nûnerên Kurdan a civîna Astanayê qebûl bikin".

Îsam Neiman bi pirsekê îşaret bi wê yekê dike ku di hemberî vê de jî Rûsya wê bixwaye ku baregha Incirlikê were girtin û baregeha eskerî ya NATO´yê li rojavayê Asyayê nemîne. Li gorî wî ev zelûlî wê diyar nebe heta ku serokê Emerîkayê Trump siyaseta xwe diyar neke. 


 BEYRÛT