Li navenda Konservatuara Aram Tîgranê şagirtan xwe ferî hin enstûrmanên ji Kurdistanê ên wekî; santhûr û kemençe dikin. Xwendekara bi navê Derya Koç ya ku santhûrê û Şîrîn Tekin ya ku, kemençeyê lêdide, dibêjin ku bi saya lêdana wan enstûrmanan hest û fikrên Kurdî bi wan de geş dibe. 

Li navenda Konservartuara Aram Tîgranê xwendekarên jin xwe li wir ferî lêdana enstûrmanên cur bi cur dikin. Xwendekarên jin bi lêdana enstûrmanên mûzîkê yên Rojhilatê Kurdîstanê ên wekî santhûr û kemençê hêstên Kurdewarî geş dikin. 

Xwendekara bi navê Derya Koç ya ku enstûrmana santhûrê lêdide diyar kir ku, ew enstûrmana santhûrê wek qêrina gelên bindest bi nav dike û wiha axivi: “Îsal sala min a 2’emîne li Aram Tîgranê. Ez destpêkê li MKM ya Stenbolê bûm. Min nedizanî ku li Amedê Konservartuara Aram Tîgranê heye. Hevalên min qala wê kirin pir bala min kişand û ez hatim vir. Ez niha pir kêfxweş im. Ez dikarim bêjim ku pişti, hatim Amedê  heya niha di aliyê hişmendî de ji aliyê note dayinê û perwerdehîyê ve jî pir baş e. Nasîna min a ji enstûrmanê santhûrê re di kûçekê yê de bû li Stenbolê hûnermendên kolanan lê didan gava ku,ew lê didan min heya dawî lê guhdarî dikir.”


‘Ez di santhûrê de jinê dibînim’

Koç anî ziman ku, di serî de lêdana santhûrê ji bo wê wek hêviyek dûr bû lê niha car caran  tevlî konseran jî dibe û wiha axivî: “Ev jî kelecanek pir cuda dide min. Ji xwe mamosteyê me jî ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye. Ev jî xebatên me û hînbûna me hêsantir dike. Ez ji santhûrê pir hez dikim gava ez li santhûrê dinêrim çavên min bi rondikan tijî dibe. Santhûr ji bo min qêrina jinê ye. Dengek pir tîz derdixe û amûrek pir hêstiyar e. Gava ez lê didim ez jinê tê de dibînim.”


Dengê kemençê, dengê Kurd e

Xwendekar Şîrîn Tekin ya ku, enstûrmana kemençeyê lêdide û salek e li Aram Tîgranê perwerdehiyê dibîne. Tekîn got ku ew niha hina şagirt e û 2 salên wê mane ku, kûrsa xwe bi dawî bike wiha peyivî: “Ez ji mûzikê pir hez dikim her tim mûzikê bandorek cuda li ser min kiriye. Derfetên min ên aborî tune bûn bi saya Aram Tîgranê ez niha tiştê ku, jê hez dikim ve mijûl im. Mamosteyê min jî ji Îranê hatiye gava mamoste kemençe lê dida bala min pir dikişand, niha ez gava kemençe lê didim ez hêstên min geş dibin. Eger hêstên mirov nebe mirov nikare enstûrmanan lê bide. Ji ber ku huner bi hêstên mirovan tê saz kirin. Dengê kemençê ji bo min xemgîniyê îfade dike. Ez wisa hîs dikim ku dengê Kurdan tê min ji xwe Kurda jî dîroka heya niha êşên herî mezin jiyane. Ji ber wê dengê kemençê bi tena serê xwe hêstên gelê Kurd e.”


ZEYNEP DURGUT / JINHA /AMED