Hewa qirêj dikin
Daxuyanî li ser navê aktivîstên Platforma hewêrdorê Fadil Tay kir. Tay bal kişande ser ku mafê mirov û xwezayê tê binpê kirin û wiha got: “Gazên karbonmonoksît û ronên hişk yên ku santralan li derdor belav kirine, bi şêweyekî raste rast ji herêmên ku tesîs lêne derdikevin û sîstema eko a herêmê bandor dikin. Li hemberî vê pêwiste di derbarê hemû santralên termîkê yên ku vê rewşa zagonî binpê dikin, bên rapor kirin û ji aliyê rayedaran peywendîdar ve bên rawestandin.”
Nerazîbûn pêwîste
Endamê Platformê Parêzer Suzan Açar jî da diyar kirin ku santralên termîk yên ku li gundê Gorumlu tên çêkirin ji dervey beşekî, du beşên din jî tên çêkirin û wiha got: “Zerera van herdu unitenan jî di heman demê de weke 3 santralên termîkê wê bandor bike. Ji ber em li hemberî vê yekê derketîn, bi hevalên xwe re li vir civiyane. Em dibihîzin ku li gundê Koyunorenê jî yeke din tê çêkirin. Em wê pêşiya vî karî ne berdîn.” Piştî daxuyaniyê girseya gel daxwaznameyên xwe teslîmî Serdozgeriyê kirin.
ŞIRNEX