Fîlmê dokumanter yê li ser jiyana şoreşgera Kurd ya efsanewî Sakîne Cansiz Sara ku demek dirêj bû dihat payîn, li Berlînê di çarçoveya Festîvala Globalê de pêr derket pêşberî temaşevanan.  Fîlm di çarçoveya Festîvala Globalê ya Berlînê de saet di 19.00 de hat nîşandan. Salona sînemayê ya Movîemento ya li Cottbuserdamê mişt tijî bû, gelek temaşevanan fîlm li ser piyan temaşe kirin û derhêner û kedkarên fîlmê Sara pîroz kirin. Ji ber eleqeya zêde fîlm saet di 23.00 an de cara duyê hat nîşandan û ev car jî salon ji temaşevanan mişt tijî bû.

Fîlmê Sara di encama kedeke giran ya bi dehan kesên xwebexş di du sal û nîvan de qediyaye. Li çiyayên Kurdistanê, Bakur, Tirkiye, Rojava û li Ewropa hatiye kişandin. Fîlm 95 deqîqe ye û bi giranî çîroka xwe dispêre pirtûka şoreşgera navdar ku di êrîşeke bêbext de li paytexta Fransa Parîsê jiyana xwe ji dest da. Sakîne Cansiz di pirtûka ji sê cildan pêkhatî ya bi navê Jiyana Min Her Şer Bû de serpêhatiyên jiyana xwe ya tijî êş, berxwedan, şer û wisa jî dilşadiyên xwe yên ji pêşketina têkoşîna doza azadiya Kurdistanê jî vegotiye. 


Şoreşgereke seranser 

Sakîne Cansiz an jî bi navê xwe yê şoreşê Sara di 9’ê Çileya sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê di encama êrîşeke ji aliyê MIT a dewleta Tirk ve hatî plankirin de, bi herdu hevalên xwe; Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan re hatibû qetilkirin. Cansiz a ku wek efsaneyeke zindî di nav civaka Kurd de dihat hebandin, piştî mirina xwe jî di dilê her şoreşgerî û wisa jî di nav gelan de wek semboleke pîroz li rêberiya xwe berdewam dike.

Di dawiya filmê Sara de yek ji prodûktorên fîlm Bîrcan Delal Yildiz derket pêşberî temaşevanan û derbarê çîroka fîlm de axivî. Herwisa derhêner Yildiz diyar kir ku Sakîne Cansiz ji ber jiyana xwe ya tijî şer, berxwedanî û wek jina yekem ya damezirînera PKK’ê ji bo gelê Kurd, Rojhelata Navîn û cîhanê jî navekî girîng û payebilind e.


‘Bingehê filmê amade bû’

Prodûktor Yildiz bi wiha got: “Hevala Sara di jiyana xwe de bi xebata xe ya bi dîsîplîn û berhemdar û bi wan 3 cildên prtûka xwe ya bi navê Jiyana Min Her Şer Bû, bingeha çîrok û senaryoya vî fîlmî jî danîbû. Tişta ku me kirî, derdorên ku pê re ji nêzîk ve hevaltî kiribûn, yên zaroktî, ciwantî û li zindanê, li Ewropa wisa jî li çiyan bi zêdetirî 70 kesan re têkilî danî û me xwest aliyên derneketîn holê yên jiyana Sara jî ronî bikin. Li gel van xalan jî hîna hind babetên hêjayê pirsê mane. Ev jî me xwest wek pirsnîşan bimînin, lewre divê lêgerîna li dû jiyana Sara berdewam bike, ev jî li hêviya temaşevanan dimîne. Ji bo vê jî ez bi dilgermî xwendina pirtûkên Sara pêşniyazê hemû hevalan û gelan dikim. Lewre li gelek zimanan hatiye wergerandin.”

Prodûktor Yildiz bi berdewamî diyar kir ku jiyana Sara di hundirê xwe de dîroka Kurdan, komkujî û jinavbirinên li Kurdistanê, li Dêrsimê û bi giştî çîroka welatekî serhildêr jî dihewîne. Yildiz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li Amedê galaya Kurdistanê lidarxist, ev di 9 ê çileyê de pêkhat, bi eleqe û pêwendiyeke mezin ve hat pêşwazîkirin. Lê li Stenbolê polîsan xwediyên du sînemayên ku divabû fîlm nîşan bidin tehdît kiribûn, wan jî fîlm nedan nîşan. 

Bernameya fîlmê Sara di çarçoveya festîvala Globalê de bi pirs û bersivan bi dawî bû.”


YEKO ARDIL/BERLÎN





Li Hollandayê eleqeyek zêde


Belgefilma jiyana Sakîne Cansiz a bi navê Sara di aktvîteya li Hollanda jî rastî eleqeyek zêde hat. Wexfa Jinên Azad a Navneteweyî (ÎFWF) roja şemiyê aktivîteya “Sê Jinên Kurd” ên ku xala sereke berxwedana xwerêveberiya li Kurdistanê girtine desta sêyemîn li Tehater Zûîpleîn a bajarê Rotterdamê ya Hollandayê li dar xist.  Axaftina vekirinê ya aktivîteyê endama TJK-E Fîdan Yildirim kir, diyar kir ku 3 jinên şoreşger ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû jinên cihanê bûn sembola têkoşînê.

Piştî axaftinan begefilma Sara ya ku ji jiyana Sakîne Cansiz hat pîşandan. Di aktivîteya ku malbata Sakîne Cansiz jî beşdar bû de ji aliyê Hollandiyan ve rastî eleqeyek zêde hat. Piştî pîşandana belgefilmê, Bîrcan Delal Yildiz a di nava berhevkarên belgeselê de cih digirt, bi temaşevanan re hat cem hev. 

Her wiha Bîrcan Delal Yildiz sipasiya her kesê ku di vê xebatê de cih girt jî kir. Diyar kir ku gelek rola Derhêner Dersîm Xerevan di vê xebatê de heye û ragihand ku bi wê re xebatkirin şansek pir mezin bû 

Piştre Dîren Şiyar Pîr helbest pêşkêş kir û şûn de hûnermend Mavîş Gunşer û Kemal Kahraman derketin ser dikê. 


 ROTTERDAM