
Wezareta Navxweyî ya Tirk, tevêî Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Dêrikê Çaglar Demirel jî di navde 5 hilbijêrên BDP'î yên Kurd ên ku di çarçoveya operasyonê di bin navê "KCK'ê" de hatin binçavkirin û girtin, ji peywirê girt. Wezareta Navxweyî nivîsek fermî ji şaredariyan re şand û diyar kir ku Şaredar û endamên meclîsê şaredariyê ji ber ku li dijî fikra 4'an a xala 127'an û xala 47'an a hêjmar 5393'an a zagona şaredariyan tev geriya ne ji bo demekê ji peywirê hatine dûrxistin.
5 hilbijathi ji wezîfe girtin
Şaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên BDP'Yî ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji peywirê hatin girtin wiha ne: Şaredara Dêrikê ku ji doza KCK'ê girtî ye Çaglar Demirel, Şaredarê Qoserê ku ji doza KCK'ê girtî ye Ferhan Turk, Serokê Meclîsa Giştî ya Mêrdînê Nazim Kok, Wekîlê Şaredara Nisêbînê Ayhan Dogan, Endamê Meclîsa Şemrexê Alî Ozkan."
Wezaretê di nivîsa fermî de anî ziman ku ji ber li diji xala makeqanûnê ya 127'an û zagona şeredariyan a 5393'an tev geriyane ji bo demekê we ji peywirê girtine.
Bîlançoya giran
Hêjayê gotinê ye ku Wezareta Navxweyî ya Tirk di cotmeha 2011 de, bi heman sedemê, tevî şaredarên bajar û navçeyên wê 31 kes ji peywirê girtibû. Şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, endamên meclîsa bajar û wekîlên ku ji peywirê hatin girtin wiha ne: Şaredarê Şirnexê yê girtî Ramazan Uysal, Cîgira Şaredarê Şirnexê Pîroz Ustun, Endamên Meclîsa Şaredariyê Aydin Pusat, Gurbet Balik, Abdulazîz Bîlgî, Zeynep Înan, Maruf Îke, Ayşe Îrmez, Mehmet Selîm Basan, Cemîl Yorgun, Mehmet Çakan, Yahya Barinç, Şaredarê Sîlopiyê Emin Togurlu, Cîgirê Şaredarê Sîlopiyê Kadîr Kunur, Endamên Meclîsa Şaredariyê Serhat Sevîşoglu, Temel Tanrikulu û Abdulazîz Tanrikulû, Şaredarê Cizirê Aydin Budak ê di operasyona 24'ê kanûna 2009'an de ji doza "KCK'ê" hate girtin, cîgirê Şaredarê Cizîrê Mehmet Saci, Cîgira Şaredarê Cizîrê Xanim Onur, Endamê Meclisa Şaredariyê Adem Golce Îke, Reşît Gun, Basrî Ertene, Şaredarê Hezexê Resul Sadak û Şaredara Qilabanê Şukran Sîncar.
ANF/MÊRDÎN