Hevşaredara Nisêbinê Sara Kaya di 31’ê Tebaxê de bi hênceta ragihanidna xwerêvebirinê hatibû binçavkirin û bi îddîaya “Endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Bi biryara Midûriyeta Îdareyên Mahalî ya Bajêr a girêdayî Walîtiya Mêrdînê ku teblîx ji şaredariya Nisêbînê re şand, daye xuyakirin ku Kaya ji peywîra wê hatiye dûrxistin. 

Biryara ji Şaredariya Nisêbînê re hatiye şandin wiha ye: “Bi pêşengiya Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê bi îddîaya “Endama Rêxistina Bi çek a terorê ye’ di 31.08.2015’an de Şaredara Nisêbînê Sara Kaya hatiye girtin. Di vê çarçoveyê de li gorî qanûna şaredariyan a 5393 xala 45’emîn pêwîstî heye ku meclîsa şaredariyê di nava 10 rojan de serok wekîlê yekemin ê meclîsê, dema ev wekîlê yekemîn neyê hilbijartin, serok wekîlê duyemîn ê meclîsê ew jî nebe pêwîst e di serokatiya endamê herî kal/pîr de li hev kombibin û serok wekîlê şaredariyê bê hilbijartin. Ev ji aliyê qeymeqamiyê ve bangî şaredariyê hate kirin. Pêwîst e karên pêwîst bi lez bên kirin û biryara xwe bişînin ji walîtiya me re.”  


 MÊRDÎN