Sadiq Khan doh bi daxuyaniyekê, nûçeyên derbarê wî de yên di weşana Ingilîzî ya rojnameya Tirk Sabahê ya bi navê Daily Sabahê de derewandin. Piştî ku vê rojnameya Tirk gotibû, Khan hikûmeta Ingilîz hişyar kiriye û gotiye “ew qul û kunên di sîstema bacê de destûrê didin ku PKK çalakiyên xwe yên çekdar fînanse bike” pê re jî îdîa kiribû ku Khan piştgiriya hikûmetê wê bike, heger ew gavan biavêje ji bo astengkirina vê rewşê. Li ser vê yekê di nava civaka Kurd a li Londonê de nerazîbûn ew qasî zêde bûn ku şaredarê berê yê Harringeyê Ali Ozbek, ku niha jî endamê meclîsa şaredariyê ye, nameyek ji Khan re nivîsî û ew bi destekkirina kampanyayeke qirêj a ji bo krîmînalîzekirina Kurdan tohmetbar kir. Daily Sabahê derew kiriye Li ser vê yekê Khan daxuyaniyeke nivîskî da û nûçeya Daily Sabahê derewand. Khan da zanîn ku ji bo fitarê li mizgefta Azîziye ya Londonê bûye û li ser pirseke giştî, bêyî ku navê Kurdan û PKK´ê hilde, ew axiviye, daxuiyaniya ji ofîsa Khan wiha ye: “Ji şaredar hat pirsîn ka siyaseta beramberî komên qanûnî qedexekirî wê çi bibe, wî jî bi tenê bi awira ka divê polîs çi bike, bersiv daye. Di bersiva wî de ti referansên îşaret bi Kurdistanê û gelê Kurd bikin, nebûn.” Berdevkê Kampanya Pişgiriya bi Kurdistanê re ev zelalkirina mijarê ya Khan weke cihê kêfxweşiyê nirxand û got, ya baş ew e ku Khan siberojê xwe dûrî rêxistinên alîgirê Erdogan bigire. LONDON