Her wiha di 11 beşên şaradariyê de jin bi awayekî çalak cîh digirin. Di destpêka damezirandina Şaredariya Gel a Bjarê Serêkaniyê de tenê 3 endamên jin hebûn. Lê ji bo zêdekirina nûnertiya jinan di nava Şaredariyê de bi awayekî xweser, xebatên birêxistinkirina jinan hatin meşandin û pêngavên girîng hatin avêtin. Di encama van xebatan de hejmara rêveberên jin hate zêdekirin û niha ji rêveberiya şaredariyê ku ji 73 kesan pêk tê, 15 jin in.

Her wiha ji her beşên, wekî, “diwana şaredariyê, ragihandin, ewlekarî, muhasebe, sotemeniyê” de jî jin hem di rêveberiyê de cîh digirin hem kar dimeşînin. Di nava xebatên şaredariyê de ji bo jinan perwerde jî têdayîn û di vê çarçoveyê de her 15 rojan carekê ji bo endamên jin perwerde tê dayîn. Rêvebera  Rêxistina Jinê ya Şaredariya Gel a Serêkaniyê Şaha Mehemed  da zanîn ku damezirandina rêxistina jinê ya di nava xebatên şaredariyê de ji bo ku jin rola xwe bi awayekî aktîf bilîzin û xizmeta welatê xwe bikin pêwîstiyek e‫.‬ Şaha Mehemed destnîşan kir ku endamên jin hemû pêdiviyên xwe yên aborî bixwe bicîh tînin û nî ziman ku rêxistinkirina jinê hêza wê nîşan dide.

ANHA/SERÊKANIYÊ