90 diherike nava çemê Bedlîsê û bêhna genî û laximê li nava bajar belav dike. Bajarê ku ji sala 1872'an heta niha şaredarî ye û 8 salin di destê AKP'ê de ye, heta niha ji bo çareseriya pirsgirêkê ku gav neahtiye avêtin. Hem çareserî nehetiye dîtin û hem jî ava laxim û qanalîsazyonên Walîtî, Midûriyeta Polîsan, Miduriyeta PTT'ê, Îdareya Taybet a Bajar, Nexweşxaneyên dewletê û dibistanan hemû diherike ser çemê Bedlîsê. Ji ber vê yekê welatiyên Bedlîsê di bin behna laximê de dijîn û tenduristiya welatiyan di bin gefan de ye.
Di bin behna laximê de dijîn
Welatî û esnafê Bedlîsê ku dikana wî li ser çemê Bedlîsê ye Cîhan Bulut, destnîşan kir ku bi salan e gelê Bedlîsê bi vê pirsgirêka laxim û kanalîsazyonê re dijî û ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Bulund, da zanîn ku her tim bêhna laximê ya genî li nava bajar belav dibe û gefan li tenduristiya welatiyan dixwe. Bulut, destnîşan kir ku turîstên tên bajar jî ji ber bêhna genî ya laximê zêde li bajar namînin û bi lezgîn ji bajar diçin. Bulut, daxuyand ku hem şaredar û hem jî Waliyê Bedlîsê li hemberî vê pirsgirêkê bêxem e û şaredariyê tenê bi haqijkirina çopa derdorê çavên gel girtiye.
Welatî û esnafê bi navê Cevdet Kurem jî heman pirsgirêk anî ziman û destnîşa kir ku ku bi salan e pirsgirêk didome û nayê çareserkirin. Kurem, bilêv kir ku ew her dim di nava qirêjî û bêhna genî de dijîn. Ajokarê texsiyê Serkan Yilan jî heman pirsgirêk û gazinc anîn ziman û xwest xwest rayedar pirsgirêkê çareser bikin.
Tenduristiya gel tehdît dike
Emdamê Meclîsa BDP'ê Medeni Başkan jî da zanîn ku ji ber hemû ava qirêj û qanalîsazyonê diherike çemê Bedlîsê behna xerab bi lajar belav dibe û tenduristiya welatiyên bajêr di bin gefan de ye. Başkan, AKP rexne kir û destnîşan kir ku li gel îxdîdar e û hemû derfet di destê wan de hene jî Bedlîs ji aliyê xizmetê de bê xwedî hiştiye.
Şaredarê AKP'î yê Bedlîsê Fehmî Alaydin, jî der barê mijarê de diyar kir ku raste ava qanalîsazyonê diherike çemê Bedlîsê û wiha got: "Ne pêkan e ku pirsgirêk di demek nêzîk de çareser bibe. Projeya me temam e. Em dê sala pêş dest bi xebatmê rojeyê bikin. Lê ne diyar e xebat kengî bi dawî bibe.
SALÎH SERTKAL - DÎHA-BEDLÎS