Belavkirina çîrokên Kurmancî li zarokên 8 ta 13 salî li Dêrikê dewam dike.
Şaredariya Dêrikê vî karî dike. ya Şaredariya Dêrikê di hilbijartinên 31´ê Adarê de ji dagrkeriya qeyûmê dewleta Tirk hatibû rizgarkirin. Şaredarî li cem xizmet û karê dike, bi qedrê xebatên di warê jiyana jin û zarokan de jî dizane. Nexasim jî xebatên elaqedarî teşwîqkirina zimanê Kurdî ji bo ya şaredariyê gelekî li pêş in. Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, dibêje, ji bo zarok bi malbatên xwe re bi Kurmancî bixwînin, wan bi hezaran pirtûkên çîrokan ên b Kurmancî belav kirine. Şaredariya Dêrikê ya ku armanc dike ku xebatên di meydana Zimanê Kurdî de berfirehtir bike, kuçe bi kuçe digere û van kitêbên hanê yên çîrokên Kurmanciyê li zarokanê 8 ta13 salî belav dike.
Çîrokên ‘Rovî û Legleg’ û ‘MamRovî’ yên ku ji aliyê Weşana Morî ve hatine weşandin, bi destê Muduriyeta Çandê ya Şaredariya Dêrikê diyarî zarokan tên kirin.
n JINNEWS/MÊRDÎN