Hevşaredarê Şaredariya Elkê Nurettîn Ataman 2 roj berê hat binçavkirin. Piştî hevşaredar hat binçavkirin, Wezîrê Karên Hûndir ê dewleta Tirk qeyûm tayînî Şaredariya Elkê ya Şirnexê kir. Li şûna Ataman Qeymaqamê Elkê Murat Şener wekî qayum hat tayînkirin. Hevşaredar Ataman hê jî di bin çavan de ye. Hevşaredara Elkê Seyran Argan jî di encama lêpirsîna îlan kirina “Rêveberiya xweser” hatîbû girtin û hê jî di girtîgeha tîpa T ya Şirnexê de ye.
ŞIRNEX