Şaredariya bajaroka Guhbel ya ser bi Şengalê ve li ser daxwaza gundiyan rêyên xirabe yên nava bajarokê sererast dike.

Ekîbên Şaredariya Gel a Guhbel îro di saetên serê sibehê de des bi xebatan kir û li nava bajarokê rêyê xirabe sererast dikin.

Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Guhbel Îdo Hesen têkildarî xebatan agahî dan û got: “Îro me dest bi karê çêkirina rêyên  xerab kirîye. Piştî fermanê ev 4 sal e tu kesî ji bo gelê me xizmet nekirîye. Em jî wek şaredarî li ser daxwaza gelê xwe, li gorî derfetên di destê  xwe de xizmet dikin.”

Hesen da zanîn ku li nava bajarokê 3 rêyên xirabe hene û xebatên wan ên sererastkirinê dê heta hefteyekê bidawî bibin.

 

ŞENGAL