
Şaredariya Gel a bajarê Minbicê pirsgirêka kombûna dezgehan li pêşiya nexweşxaneyê çareser kir.
Li bajarê Minbicê gelek bazirgan dezgehên xwe li pêşiya nexweşxaneya bajêr bi cih dikin da ku debara xwe bikin. Ev yek li pêşiya derbasbûna erebeyên embulansê dibe asteng û jiyana nexweşan dixe xeterê.
Ji bo ku ev pirsgirêk were çareserkirin, Şaredariya Gel a bajêr cihekî guncaw ji bazirganan re peyda kir, da ku dezgehên xwe lê bi cih bikin. Di vê çarçoveyê de Komîteya Xizmetê ya Şaredariyê da zanîn ku qada firneya otomatîk, qada mizgefta El-Fetih, qada rojavayê herêma pîşesaziyê û meydaneke din ji bo bicihkirina dezgehan, diyar kir.
Derbarê mijarê de Endamê Komîteyê Mihemed Elî Reşo got, di rojên pêş de wê cihê dezgehan li cihên ku hatin diyarkirin, werin bicihkirin.
MINBIC