Şaredariya Sûrê, di çarçoveya xizmeta civakî de li bajaroka Çarikliyê, mala şînê bi merasima ku Parlamentera BDP'ê ya Wanê Nursel Aydogan, Seroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, û gelek kesên din tevlêbûn ji xizmetê re vekir. Cîgirê Şaredarê Sûrê Nakşî Sayar, Serokê BDP'a Sûrê Adnan Akgul, Endamê meclîsa Sûrê û Pazazê Dêra Suryaniyan Yusuf Akbulut, Papazê Dêra Protestan Ahmet Güvener, seyda û welatiyên Çarikliyê amade bûn. Di merasime de Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş; diyar kir ku wekî şaredariyê ji bo gel çi bikin kêm e û dê bi hemû hêza xwe xizmeta gel bikin. Demîrtaş, anî ziman ku bi alîkarî û piştgiriya gel dê xizmetên baştir û rindtir bikin.
Piştî axaftinan Parlamenter Aydogan, Şaredar Demîrbaş û Papazên dêrê bi hevre mala şînê vekirin. Piştî vekirinê resepsiyonek hate amadekirin.
AMED