Wezareta Karên Derve yê Tirk nivîsek ji Şaredariya Payîzava ya Wanê re şand û diyar kir, Hevşaredar ji wezîfeyê hatine girtin û li şûna wan qeyûm hatiye bicihkirin. Polîsên Tirk ketin nava avahiya Şaredariya Payîzavayê ya DBP’yî û nivîsa Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Tirk a li Wanê ji rayedarên şaredariyê re ragihandin. Di vê nivîsê de hat ragihandin, Hevşaredar ji wezîfeyê hatine girtin û li şûna wan qeyûm hatiye bicihkirin. Polîsên Tirk her wiha gotin, divê xebatkar hemû saet di 08:00 de li ser karê xwe bin. 


 WAN