
Şaredariyên Gel ên li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiyên gelê xwe yek bi yek bi cih tînin. Herî dawî li Bilbila Erfîn û Kobanê xebatkarên şaredariyan xebatên xwe pêk anîn.
Şaredariya Gel a gundê Kotana a navçeya Bilbilê ji bo belavkirina avê li ser şêniyên gund tureya avê fireh dike. Komîteya temîrkirinê ya Şaredariya gundê Kotana ya girêdayî navçeya Bilbilê ji bo av bigihîje gundên Kotana, Qereh Gol û Bîlan tureya avê bi 5 milyon lîreyên Sûriyê. Şaredariyê 21`ê Adara 2016`an dest bi kolandina qenalên avê kiribû. Qenala avê bi dirêjahiya hezar û 700 m ji gundê Qereh Gol heyanî gundê Kotana kolandin. Komîteya avê û komîteya temîrkirinî ya tureya avê karê firehkirina tureya avê organîze dikirin. Di vê çarçevê de Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Bilbilê Emîne Mela Xelîl anî ziman ku hindik maye ew ferehkirina tureya avê bi dawî bikin û dê di zûtirîn demê de avê li ser şêniyan wan gundan belav bikin.
Li Kobanê jî xetê bajêr nû dikin
Şaredariya Gel a bajarê Kobanê bi koordîneya bi rêxistina ARD′ê re, xetên kanalîzasyonên bajêr nû dike. Heta niha xetên kolana Şaredariya kevin û ketina bazara navendî bi dawî bû û dê dest bi kolana Tilel were kirin. Tê payîn ku dê ev xebat di 10 rojan de bi dawî bibe.
Xetên kanalîzasyonên bajêr têne nûkirin, da pirsgirêkên ku di toreyên kanalîzasyonan de derdikevin, bêne çareserkirin.
EFRÎN/KOBANÊ