“Pêşbirka Teşwîqkirina Proje û Pêkanînên Parastinê yên Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Yekitiya Bajarên Dîrokî” ku ev 14 sal in bi mebesta jiyandina nirxên bajarî, dîrokî û xwezayî û teşwîqkirina rêveberiyên xwecihî ya ji bo vê yekê tê lidarxistin xelatên wê li Fuara Restorasyonê a YAPEX’ê ku li Antalya Expo Centerê hat pêkanîn, hatin dayîn.
4 sal in bi hevkariya Weqfa ÇEKUL’ê û bi piştgiriya TKB’ê di çarçoveya Fuara Restorasyonê de merasîma xelatdanê tê lidarxistin û tê de xelatên Xelata Mezin a Metîn Sozen, Xelata Taybet a Jûriyê û Xelata Proje û Domdariyê tên dayîn. Ji bo xelatên jiyandina mîrata çandî û dîroka bajêr 32 şaredariyan bi 51 projeyan serlêdan kir. Di merasîmê de ligel xelata mezin û xelatên taybet 5 xelatên projeyê, 5 xelatên pêkanînê û 6 xelatên domdariyê ligel 13 belgeyên serkeftinê gihîştin xwediyê xwe.
‘Xelatên pêkanînê’ dan Amedê
Di pêşbirkê de ‘xelatên projeyê’ şaredariya Kuşadasiyê, Milas, Nilufer û Tireyê, ‘xelatên pêkanînê’ şaredariya Bergama, Burdur, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Tarsus û Uzunkoproyê wergirt.
Di merasîmê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî, bi Parka 10’ê Tîrmehê ya Vedat Aydin û Kaniya Anzeleyê hêjayî xelatê hat dîtin. Bi vê xelatê Şaredariya Bajarê Mezin ev sê xelat in ku ji TKB’ê distîne.
Di merasîma li Fura Restorasyonê ya YAPEX a Antalyayê de, li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serokê Daîreya Park Baxçe û Şîngehan Samed Uçaman xelat wergirt . Uçaman der barê projeyên ku hêjayî xelatê hatine dîtin de agahî dan.
NAVENDA NÛÇEYAN