
Kurdistanî ji Hambûrg, Hannover, Oldenbûrg û Bremenhavenê çûn serdana sersaxiyê.
Melayê Mizgefta Şêx Seîd a Bremenê, Mele Eşref da xuyakirin, ku Şarik Apo di jiyana xwe ya kurt û bi rûmet de, stranên li ser êş û kêfxweşiya gelê xwe gotin. Mele Eşref bi bîr xist ku Şarik Apo ji ber zexta dewleta Tirk neçar ma welatê xwe biterikîne, li penaberiyê bijî û anî ziman ku wefata hunermend Şarik Apo Kurdistaniyên li Bremenê gelekî êşandine.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bremenê Seîd Bîlgîn jî bal kişand ser kesayetiya welatparêz a hunermend Şarik Apo û diyar kir ku ji bo zaravayê Kirmanckî ew 25 salan têkoşiyaye.
Hunermendên TEV-ÇAND’ê Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Ozan Şemdîn, Ozan Comert, Kawa, Diyar, Cewad, Peyman Arjîn, Emele û Sîpan jî li serdana sersaxiyê amade bûn û êşa malbatê parve kirin. Li ser navê hunermendan Ozan Seyîdxan wiha axivî:
“Şarik Apo, tevî ku li sirgûnê dijiya jî ti carî xwe ji civakê venegirt. Jiyana wî kurt bû, lê bi rûmet bû. Mirina li derveyî welat ji bo mirovan zilm e. Bi sedan kesên li vir li hev civiyan e, nîşan didin ku Şarik Apo çiqasî tê hezkirin. Em ê Şarik Apo bi dilnizmî, têgihiştî û dilsozê têkoşîna gelê xwe, bi bîr bînin. Nexweş bû, dûrî welatê xwe bû, lê ti carî xwe ji têkoşînê venegirt. Bila cihê wî bihuşt be.”
Şarik Apo yê 46 salî, ji ber ku gundê wî hat şewitandin, neçar mabû bar bike Edeneyê. Li vir jî dewletê zext lê kir û sala 1992’an penaber bû. Ji hingî ve li bajarê Bremen ê Elmanyayê dima. Bavê sê zarokan bû. Cenazeyê Şarik Apo doh piştî merasîmê ber bi gundê Kelaxî yê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ve hat şandin û li wir wê bê veşartin.
BREMEN