Sebrî Serhed ango bi navê din Bulent Erbaşli sala 1978’an li Mereşê tê dinê. Ew ji eşîra Kiliçlî ye. Eşîra wî di herêma Mereşê de hem pir mezin e û hem jî gelekî bi nav û deng e. Lê ji ber zextên dewleta Tirk malbata wî cih û warê xwe diterikînin û berê xwe didin welatên Ewrûpayê. Serhed li Ewrûpayê tevgera PKK’ê dinase. Piştî ku nasînê tevlî xebatan dibe. Dema ku di sala 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê welatên Ewrûpayê ve bi komployekê radestî dewleta Tirk tê kirin, Sebrî beşdarî gerîla dibe. Li dijî vê komployê bersîva xwe bi tevlîbûna gerîla dide dijminên gelê xwe. 

Gerîla Serhed, li gelek qadan têdikoşe. Salên xwe ên destpêka gerîlatiyê li herêma Qendîl, Xakûrkê dibihurîne. Li van qadan têkoşîn dide. Piştî pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an berê xwe dide herêma Serhedê û nêzî şeş salan bi rihekî fedaî û dilekî germ beşdarî pêngavê dibe. Tevlî hemû zorî û zehmetiyan dibe. Ew ji bo xwe tu caran zorî û zehmetiyan nake asteng. 

Rêhevaleke wê wiha behsa wî dike; “Şehîd Sebrî xwedî gelek taybetmendiyên veşartî bû. Mirov cewherê veşartî di tevlîbûna wî ya jiyanê de didît. Di çûna ser her karî de ji dil bû. Di jiyanê de du taybetmendiyên wî herî zêde bala me dikişand. Yek ji wan têgihîştina wî ya kedê bû. Ya duyemîn jî dilnimzî bû. Têgihîştina wî ya ji kedê re bê sînor bû. Wî bawer dikir gerîlabûyîn bi kedê tê hûnandin. Taybetmendiyên kurdinî di xwe de parastibûn. Hizrên xwe, dilê xwe û tevahî jiyana xwe bi kedê re strandibû. Ji eniya wî her tim xwêdan diherikî. Ji bo wî rûniştin mirin bû”.

Serhed, bi tevlîbûn û hezkirina xwe ji jiyana gerîla re, şopên mezin di dilê rêhevalên xwe dide çandin. Di nav rêhevalên xwe de hezkirin û girêdana bi jiyanê re çawa çêdibe, dida nîşandin. 

Rêhevala wî, li ser dilsoziya Serhed ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re wiha dibêje; “Heval Sabrî pir ji xwendin û nivîsandinê hez dikir. Bi taybet pirtûkên Rêber APO dixwendin. Dixwest tiştê rêbertî dibêje fêm bike û di jiyana xwe de pêk bîne. Bi cewhera xwe ya paqij û bi rastiyên xwe tevlî jiyanê dibû. Tu carî bi hesab tevlî jiyanê nedibû.

Ji bo her tim hevaltiya rast bi Rêber APO re bijî, di nav hewildanan de bû. Ev taybetmendiya wî dihişt ji aliyê hevalbendê xwe ve hezkirinekî mezin bi dest bixe. Dixwest layîqî keda Rêber APO bibe. Ji bo heval Sabrî wiha gotin hîn rasteqîne; 'fedaiyê kedê'”

Sabrî Serhed, beriya ku şehîd bikeve gelek caran bi rêhevalên xwe re behsa nivîsandina nameyekê ji dayîka xwe re dike. Lê ew dibêje; ez binivisînim dibe ku negihije dayika min. Di gelek sohbetên xwe de qala nameyê dike. Yek ji rêhevalê wî jî li ser vê wiha dibêje; “Me dema ji heval Sebrî pirs dikir, tu yê çima nameyê binivisîne? Wî digot; ‘Ez dixwazim di nameyê de vê jiyana xweşik û bi kedê mirovan ava dike vebêjim. Dixwazim jiyana şoreşgerên ji bo welatê xwe şer dikin çawa ye vebêjim. Bila dayika min rastiya me binase. Ji ber ku her dayikeke ku dibe dayika şoreşgeran, pêwîst e jiyana şoreşgerê xwe nas bike.’ Wê demê me li hemberî vê bersîvê matmayî man. Min ji xwe re got, pêwîst e ez jî weke heval Sebrî vê jiyanê hez bikim û bidim jiyandin.”  


Xwe ji bo hevalan feda kir

Serhad, li gel komek rêhevalên xwe di sala 2008’an de, bi pasterên dewleta Îranê re dikeve nava pevçûnê. Yek ji rêhevala wî ya ku di heman pevçûnê de bû wiha behsa wî dike; “Wê demê dewleta Îranê gelek hevalên me şehîd xistin. Di 28 Hezîrana 2008’an de em bi hêzên Îranê re ketin nava pevçûnê. Beriya em bikevin pevçûnê roja berî wê sê hevalên me bi navê Sîdar, Dîcle û Silav di encama operasyona dewleta Tirk a li Tendûrek de şehîd bûbûn. Şehadeta wan li ser me pir bandor kiribû. Kîn û hêrsa me mezin bû. Hêrs û kîna heval Sebrî jî li hemberî dijmin mezintir bû. Ev roj ji bo xwe wek firsendekî dît ku êdî tola hevalên xwe ji dijmin rake. Em 24 heval bûn. Ji bo xwe ji cihê pevçûnê dûrbixin, me hereket kir. Lê pêwîst bû tîmek heval bikeve pevçûnê da ku hevalên din xwe xilas bikin. Di nav ew tîma derket de heval Sebrî jî hebû. Weke tîma fedayî bû. Ji bo hevalên dî xwe xilas bikin wê tîmê bal kişand ser xwe û bi dijmin re şer kirin. Ew tîm pir bi lez ji me qut bû. Û ber bi girê ve baz da, ew kêlî rûyê heval Sabrî bi ken bû. Bi israr ket nava tîmê. Di wê kêliyê de erka xwe ya kedkar, nîşan da. Xwe da pêşiya hevalên xwe. Şerekî giran çêbû. Ji wê tîmê du heval bi giranî brîndar bûn û ketin destê dewleta Îranê. Yek heval jî bi birîndarî gihîşt me. Lê heval Sebrî bê dem çavên xwe li jiyanê girt. Bi rûyekî ken çû ser dijmin û bi qehremanî gihîşt şehadetê. Di eniya wî de diruşma 'êdî bes e' nivîsandîbû. Bi evîna Çiyayê Araratê mezin bûbû. Me piştî şehadeta wî li ser navê wî ji dayika wî re nameyek nivîsand. Me şoreşgertiya wî ji dayîka wî re nivîsand weke ku wî dixwest binivisîne. Şehîd namirin û wê her tim di dilê me de bijîn.”