
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir bûyerên dawî yên li Sûriyeyê encama şaştiyên danûstandinên Cinêvê ne û got ku ne beşdarkirina Kurdan a hevdîtinan mezintirîn şaşitiya hêzên navneteweyî ye.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM´ê Aldar Xelîl, geşedanên li Suriyeyê, hewldanên li ser navê çareseriya pirsgirêkan tên kirin û rewşa dawî ji ANHA’yê re nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de Aldar Xelîl hevdîtinên Cinêv-3 nirxandin û diyar kir ku rêbaza destpêkirina hevdîtinan şaş bû. Xelîl anî ziman ku dema li ser çawaniya lêgerîna çareseriya aloziya Sûriyeyê hat axaftin, ev mijar bi erênî hatibû nirxandin, lê rêbaza destpêkirina hevdîtinan şaş bû û wiha peyivî: “Ji vê zêdetir helwestên ku ti hêviyê nadin hene. Ji van helwestan ne beşdarkirina nûnerên Kurdan û Rêveberiya Xweser di Cinêvê de bû. Ne beşdarbûna Kurdan şaşitiyeke mezin bû. Opozîsyon, li dijî rêjîmeke ku bawerî bi gel nayîne, gelên din nas nake û bi awayekî giştî civaka Sûriyeyê înkar dike, derket. Lewma yên ku divê bi rêjîmê re hevdîtinan bike, pêwîst e ji wê pêşketîtir be, demokratîk be û xwedî nêrîneke pêşketî be. Lê belê nêzikatiyên ku ji Cinêvê derketin, diyar bû ku ew dixwazin kopiyeke rêjîmê, rêjîmeke weke ya Baas ava bikin. Her wiha desthilatdariyê bi dest xwe bixin.Me berê jî gotibû û niha eşkere bû, şerê wan şerê desthilatdariyê ye.”
Temsîla gelê Sûriyê nakin
Xelîl da zanîn ku ger ev mijar di Cinêvê de di ber çavan re neyên derbaskirin, ew nagihêje çareseriyê û axaftina xwe wiha domand: “Ger ku çareseriyê dixwazin, pêwîst e ev şaşitî bên sererastkirin. Nêzîkahiyek berevajî vê yekê, wê aloziyê kurtir bike û civaka Sûriyeyê bê perçekirin. Vê yekê jî îsbat kir ku riyên çareseriyê xetimandin. Li dewsa agirbestê rêjîmê bar li opozisyonê giran kir û êrîşên xwe zêde kirin. Ji ber ku yên li ser maseya danûstandinan rûdinin, temsîla gelê Sûriyê nakin.”
Li ser dijminatiya Kurdan li hev dikin
Aldar Xelîl diyar kir ger ku lêgerîna li çareseriyê heye, pêwîst e hemû alî beşdarî danûstandinan bibin û wiha pê de çû: “Ger hemû alî beşdarî diyalogan bibin, rêjîm neçar dibe mercên aliyê din bipejirîne. Ji aliyekî ve em dibînin ku bûyerên ku li Helebê rû didin û topbaran kirina nexweşxaneyan, diyar dibe rêjîm ji wan re dibêje hûn ne tiştek in. Ji aliyekî din ve jî em dibînin ku ew li ser tiştekî li hev dikin, ew jî dijminatiya Kurdan û hebûna tecrûbeya wê ya demokratîk e. Hişmendiya wan a navendî bi raman û rêxistina ku xwe dispêre aliyên ku di bin navê Îslamê de tevdigerin.”
Dibe ku li hev hatibin
Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl destnîşan kir mimkûn e ku di danûstandinên Cinêvê de rêjîm û opozisyona Riyadê li ser parvekirina desthilatdariyê li hev bikin. Ji ber ku armanca her du aliyan ev e ku, projeya Rêveberiya Xweser û pirojeya fedralîzma demokratîk a Rojava –Bakurê Sûriye têk bibin.
Bandora hilbijartinên Amerîka
Xelîl anî ziman ku dibe ku encama hilbijartinên serokatiya Amerîka li ser siberoja hevdîtinan tesîrê bike û bi vê renngî dewam kir: “ Ji ber ku Amerîkiya dema ku nêzî hilbijartinan dibe, pilanên xwe radiwestîne û gavên xwe hêdî diavêje. Ev yek jî ji bo siyaseta wê tiştekî xwezayî ye. Ger ku bandoreke wê tune be, Cinêv nagihêje ti encamê . Her wiha hêzên opozisyona Riyadê ya leşkerî bi serneket û dorpêça wan a li ser Rojava bi bin ket.“
Divê Amerîka û Rûsiya cidî be
Xelîl diyar kir ger ku Amerîka û Rûsiya dixwaze çareseriyek siyasî peyda bike divê cidî be û nêzikatiya xwe sererast bike, û got: “ Ger ku li gorî rastiya hêz û hebûna me edalet û beşdar bûna me hebe,em ê beşdar bibin. Ji ber ku em ji bo çareserkirina aloziyên Sûriyê hewl didin.“
Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir:“ Em baş dizanin an zû yan dereng wê danûstandinek hebe. Ger ku li ser peymana navnetewî çareseriyek pêk hat û em beşdar bûn, ew yek wê baş be. Heta em beşdar nebin jî wê demê weke hêza demokratîk dibe erka me ku em asoyekî nû ji çareseriyê re vekin.“