Cano vê carê bi berhemeke nû, bi sitîla xwe ya xwerû û kemilî derket peşberî xwîneran. Navekê erdnîgarî, pir kevn û bi wate li berhema xwe kiriye. ‘Şavî’ peyveke serhedî, Cano ji Binê Xetê ye. Yektiya herduyan, yekitiya ziman û hişmendiyê neteweyî nîşan dide. ‘Şavî’ ji peyvên ‘şive + av’ hatiye afirandin. Dama li quntarê çiyan, li çolistanê kaniyek, golek hebe, li dor wê hêşînahî û derfetê jiyanê peyda bûbe, jê re ‘şavî’ dibêjin. Ango ‘Vaha /Oase’.

Mirov bi hêsanî dikane bibêje: Cano Şakir bi vê berhemê pêlê pêpilika lûtkeya hostatiya helbestê kiriye. Kemilandina helbestvaniya wî di nexşandina peyv, biwêj, hevokên kûrwate û bi xemil de bi zelalî xûya dike. Her xwiner dikane êş û arama giyanê xwe di helbestên wî de rabihîse. Ew bi helbestê mirovan dibe li cihaneke razên dilbestî digerîne, ew sawa wê rêbayeke xwerû direşîne ser dilê kesirî. Belê şavî jiyan e, şavî bihar e, şavî şiv e, av e, şavî hêşinahî ye, şavî di çolistaneke bêhêvî de dilopek av e, bêguman carnan jî dikane bibe:  ‘Şaviya Mirinê’. Raza helbestê di vî navî de veşartiye.

Rêzdar Kadîr Çelîk di pêşgotina berhemê de wek encam wiha dinivîse: “Pirtûka nû ya hêja Cano Şakir ‘Şaviya Mirinê’ li esîmanê helbesta Kurmancî stêreke ronîdar zêde dike û kirasekî nû û nûjen li bejna wêjeya me dike.“

Di vê berhemê de 55 helbestên li ser evîn, jiyan, şehadet, komkujî, bîrewarî, hesret, aramî, êş, daxwazî, dîrok û jiyana borî hene. Sê helbestên wî ji aliyê Ciwan Haco ve hatiye bestekirin.

Cano Şakirê li Elmanyayê dijî, di sala 1974’an de li gundê Til Xatûna li ser Tirbespiya girêdayiyê Qamişloyê hatiye dinê. Xwendina seretayi li gund û navendî jî li Tirbespiyê qedandiye. Cano ji sala 1999’an vir ve di nava kare çandê de ye. Hem di şanoyê de lîst û hem jî di nava komên muzîkê wek koma Binxetê, Zengil, û Aso de cih girt. Berhemên wî: Rojava  (helbest), Rêwiyê ber bi avê (çîrok), Şeva tirsê (helbest)

Çend mînak ji helbestên wî:

Ji helbesta Şevek Lerizî: ‘Min di kezeba vê şeva wêran de xeyala te li ser tevna eşqa xwedawenda dihûna / Ez ê bi kîjan dilê pêşwaziya kenê te bikim…’

Ji helbesta ji bo Huseyîn Çawîş Herekol: “Ez û helbest di nava rûpelên dîroka zêrîn de li te digeriyan / Terekên dîroka bêbext bîranînên min û te di nava xwe de birin…’

Ji Helbesta Hogir: ‘Erê Hogirê dozê! /Rûyên te yê ku hêvî diçandin, /Çavên dayika ku kanî di herikandin…’

Ji helbesta Bê Te: ‘…Zeviyên laşê te min xistine ber sekehê dîrokê / Ez kesek ji lehiyek barana tofana Nûh im…’

Ji helbesta Evîneke Veşartî: “…Derîya sist û westiyayî li ser sînga te ya qedîfe xilmaş bû / Ji zelaliya wan çavên te nora xwedawenda dibare / Êşa bajarê wêran li her kolanekê çîrokên me vedibêjin...”

Ji helbesta Şaviya Mirinê: ‘…Mîxê dawî yê  darbesta min di destê te de bû /Û te ez di şavîya mirina xwe de veşartim...“

Ji helbesta Sînorên Bêrîkirinê: ‘…Di civata kenê te de ferîşte bûne xelek, /Sînorên bêrîkirinê pesnê bedewiya kenê lêvên te didin…’

Ji hilbesta ji bo bîranîna rojnameger Helebçe: ‘Îro gulên rêş ên dîroka bîst û neha salan bi ser giyanê min de bariyan / Îro min bîst û neh birîn ji nû ve kewandin / Di ferhenga seqemê de min bîst û neh nalînên te di kezeba Şingalê de helandin…’ Ji helbesta Ji Bo koçkirina Mehmud Onder: ‘Helbesta min îro li te digere / Xatirxwestinên bê agahî li te digerin / Mirinên bê kefen dora te dorpêç kirine…’ Ji helbesta Cizîrê: ‘Erê Cizîrê / Ez ê li ber kêla kîjan şehîdî vê helbestê birêsim? / Bi ayetên kîjan pêxemberî kela dilê xwe derbixim, / Birînên xwe yên wêran di xezeba kîjan xwedawendê de derman bikim...“


Nasname berhemê:

Nav : Şaviya mirinê. / Cano Şakir /weşanên ar  2017

Berg: Wêneyeke nûjen e / şêwekarê bi nav u deng Mahmud Hiso ew çêkirin

Bi giştî 120 rûpel e.