Wekî her geyayî, nola her darê; her kulîlk li her warî şîn nayê. Ji ber vê xweseriyê pêşiyan gotine, ‘her geya li ser koka xwe şîn têt’!
Wekî geyê, her ax jî li her mîrovî nayê.
Gula ku sihar sihar sor, pel bi pel gewez gewez vedibe û di neynika çavên mirov de dibişire, bi rengebişirînê re mirovê ku di temaşeya de heyran heyran ji xwe ve çûyî jî bi xwe re dibişirîne.
Ev dîmen bi tena serê xwe nîşaneya pevgirêdana zexm a şiruştê û mirovî ye.
Dilînên mîrovê ku bawer kiriye ji axê hatiye û rojekê dê bibe ax, wî hê bêhtir bi axê ve, bi axa ku çavên xwe li serê miç kirine û bi barana ewil re bîhna wê ya emberî kişandiye hinavên xwe ve girêdide.
Ev pevgirêdana jiber, siruştî û mirovî, mirovê ku ji cih û warên xwe bûyî dike rewşa kahrikê maka xwe wendakirî…
Lê çiye; di navbera mak û kahrikê de lêgerîneke dûalî heye. Lê, di navbera mirov û axê de? Mirov, çendî û çiqasî dûr bikeve jî ji axê, ax wekî makê ne li dû ‘kahrikê ‘ xwe digere, ne jî bi dû de dike ba’rebar!
Yanî; hevduwendakirineke yek layî ye ya mirov û axê.
Ev cure wendakirin -hinekî jî xwe-wendakirinek e- di neynika jiyînê de destpêka serencama ‘lêgerîn’ û ‘lixwegerînek’e bêdawî ye.
Li ku der û devera dinyayê bijî jî; dîmenê cihê jêbûyî, heta dawiya temen, heta xirîna dawî ji ber çavên wî yê ‘xwe-wendakirî’ naçe…Ji lew; bo her mirovî hisretkêşiyek e dûrketina ji ax û war û wargehên zaroktiyê…Ev keserkûriya bêpawan a mirovên ji axa xwe bûyî, di livîna mirinê de bi qewitiya ‘Min li axa min veşêrin’ dibe pahr û pişka kesên li dû yê mirî mayî...
Mirî ‘qulingekî basksikestî’ be jî ‘Temo’yekî wî heye.
Lê yê saxan…saxên sax sax dûrî axê nesax û mirî?
Sax û ax, û mirî