Nûnerê KURDÎ-DER´ê yê Bazidê Hasip Platin derbarê armanca vekirina komeleyê de axaftinek kir û anî ziman ku armanc ewe Kurdî bi gel bidin heskirin. Platin wiha got: “Xanî, 300 sal berê bal kişandiye ser girîngiya ziman. Berhemên xwe bi Kurdî nivîsandiye. Xanî ji bo neviyên xwe yanî li me wesîyet kiriye gotiye ‘Kurdî biaxivin, Kurdî bifikirin û Kurdî binivîsînin’. Ziman nasnameya mirov e. Netewa ku bi zimanê xwe nizanibe, di şaşiyek mezin de ye.” Platîn ji malbatan xwest ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin ji ber ku zarok pêşeroja gel in. Platîn destnîşan kir ku ji bo zarok bi Kurdî biaxivin û binivîsin wan li Bazidê şaxa xwe vekiriye.
Mirov bi ziman heye
Endamî meclîsa partiya BDP´ê Metin Bingöl jî di axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd bi salan ji ber zimanê xwe hatiye cezakirin. Bîngol wiha got: “Kurd êdî vê cinzîra tirsê şikandin. Lê belê hîna jî înkar û tinehesibandin didome. Niha bi hezaran hevalên me li zîndanan têne ragirtin. Ji ber ku li zimanê xwe xwedî derketin nayên berdan.”
Dersa pêşî hat dayîn
Bîngol destnîşankir ku kes û gel bi zimanên xwe hene û ji gel xwest ku xwes ji asîmilasyonê rizgar bikin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Piştî axaftinan nûnergeya Kurdî-Der´ê ya Bazidê hat vekirin û beşdar li hundûr geriyan. Her wiha paşî jî dersa pêşî jî hat dayîn.
DİHA/AGIRÎ