Konferans li akademiya Ziman, Dîrok û Wêjeya Kurdî ya Celadet Bedîrxan, bi dirûşmeya “Zimanê dayîkê bi perwerdekirina azad mîsogeriya netewa demokratîk e” hate lidarxistin. Di konferansê de ji bajarên Serêkaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik û Hesekê nêzî 300 mamosteyên ku cil û bergên Kurdî lixwe kiribûn, amade bûn. Her wiha endamên Kordînasyona Yekîtiya Star Îlham Ehmed û Zelal Ceger, Cîgira Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê Semîra Hecî Elî, nûnerên sazî û rêxistinên jinan jî wekî mêvan, tevlî konferansê bûn. Li salona konferansê wêneyên şervanên YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dane û pankartên “Bi jina azad re ber bi netewa demokratîk ve” û “Asta pêşxistina ziman, asta pêşxistina jinan e” hatibûn daliqandin.
Perwerdeya alternatîf
Di konferansa ku bi rêzgirtinê destpê kir de Îlham Ehmed axaftina destpêkê kir û li ser rola jinan a di şoreşa ziman de axivî. Îlham Ehmed anî ziman ku pêwîste mamosteyên jin di warê wêje, dîrok û zimanê Kurdî bigihîjin asta herî jor. Îlham Ehmed, destnîşan kir ku pêwîste mamosteyên jin, ji bo perwedeya xwendekaran, li şûna metoda kevin a bi zîhniyeta Baas hatiye çêkirin, alternatîfekê derxînin holê. Îlham Ehmed anî ziman ku di vê mijarê de rola jinan, qasî şerê rizgarkirina civakê ya ji zîhniyat rejîmê girîng e.
Piştre endama Kordînasyona Saziya Zimanê Kurdî Nesrîn Doko axivî, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê jinan de ku di demên cuda hatine kirin, xwendin. Piştre peyama Komîteya Perwerde û Ziman hate xwendin.
Di konferansê de Cîgira Serokê Desteya Perwede û Hînkirinê Semîra Hecî Elî jî axivî û got ku jinan di nava SZK’ê de gelek xebatên girîng meşandine. Semîra Hecî Elî ji bo avakirina bingeha perwerdeyek baş û avakirina civakek azad, jinan xebat baş meşandiye.
Xebatên 2 salan hatin nirxandin
Piştre rapora xebatê ya 2 salan hate xwendin. Di raporê de hate gotin ku di nava vê demê de 170 mamoste tevlî perwerdeyên Akademiya Star û Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî bûne, 53 jî tevlî Akademiya Celadet Bedirxan bûne.
Piştî raporê mamosteyan mafê axaftinê girtin û li ser girîngiya xweperwerdekirinê rawestiyan û gotin divê mamoste ji bo pêşxistina rêziman, dîrok û wêjeyê kar bikin. Her wiha rewşa rêxistinî ya saziyê û bajaran hate nirxandin û rexne û pêşniyar hatin kirin. Di konferansê de endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ceger jî axivî û bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li ser Herêma Kobanê û kolandina xendekên li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê têne çêkirin.
Piştî axaftin û xwendina raporan beşdarên koferansê jî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Di encama nirxandin û nîqaşan de Meclîsa Mamosteyên Jin ku ji 51 kesan pêk tê hate avakirin. Di nava meclîsê de her bajarekî Herêma Cizîrê bi 5 endaman tê temsîlkirin. Di nava meclîsê de wê kordînasyonek ku ji 9 kesan pêk tê û berdevka meclîsê werin diyarkirin. Di bin banê meclîsa ku dê kar û barên mamosteyan bişopîne de her wiha 2 komîte yên bi navê “komîteya arşîvê” û “komîteya perwerdeyê” hatin avakirin. Konferans bi diruşmeyan bidawî bû.
QAMIŞLO